Zanyara Siyasî Judith Goetz behsa çavdêriyên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
Zanyara siyasî Judîth Gotz li ser vexwendina Kongra Star tevî şandeyekî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Judîth anî ziman ku herî zêde ji vê yekê bandor bûye ku ji bo guhertin û veguhertinê li gel jinan mêr jî perwerdê dibînin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Judîth Gotz zanyara siyasî, lêkolînera zayendî, perwerdekara siyasî ku ew bi pirsên; “mirov bi riya perwerde çawa dikare zêdetir wekhevî û adaletê bi pêş bixe û mirov çawa dikare li hemberî bîrdoziyên newekhevî têbikoşe" re mijûl dibe her wiha çalakvaneke femînîst e ku li dijî femînîsîdê û tundiya zayendî têdikoşe. Judîth Gotz yek ji wan jinan e ku di şandeya Awusturyayê de hefteya borî li ser vexwendina Kongra Star, derbasî Rojava bûne.
Judîth Gotz piştî serdanên sazî û rêxistinên jinan û dîtina destkeftiyên Şoreşa Jinan a li Rojava ji ajansa me NUJINHA’yê re axivî.
Judîth Gotz a ku yekemîn car serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sazî û rêxistinên jinan kir behsa hevdîtina ku herî zêde jê bi bandor bûye kir û got: “Ez dixwazim spasiya Kongra Star bikim, ji ber derfeteke mezin dan ku em jî tevlî vê şandeyê bibin. Me gelek sazî û rêxistin dîtin û me gelek nêrîn û agahdarî der barê kar û xebatên girîng ên siyasî ku ji aliyê saziyên cur bi cur ve tên meşandin, girtin. Di hevdîtinan de ez herî zêde ji kar û xebatên Mala Jin bi bandor bûm. Ji ber ku ez bi xwe li hemberî tundiya li ser bingeha zayendî kar dikim û ez girîng dibînim ku cihên ji bo jinên ku bi tundûtuĵî rû bi rû dimînin hebin ku di rewşên zehmet de jî bi wan re alîkar bin.
Bi taybetî ez ji temenê her du jinên ku me nas kir û xebatên Mala Jin dikirin, bi bandor bûm, temenê wan mezin bû. Girîng e ku ev pirsgirêkên di nava civakê de ne tenê ji aliyê nifşê ciwan ve werin nîqaşkirin, pir girîng e ku mirovên temen mezin hebin û bibin mînak. Ji ber ku her nifş di demên cuda de dijî, xwedî tecrube û rêbazên çareseriyê yên cuda ne. Ji lewre em dikarin gelek tiştan ji wan fêr bibin. Ez gelek bi bandor û hestiyar bûm. Her du jin ewqas sal e têdikoşin. Ewqas zor û zehmetî derbas kirine lê tu carî dev jê bernedan, her dem berdewam kirine.”
Baldariya nêzikatiya Mala Jin ji malbatê re
Judîth Gotz di axaftina xwe de baldariya nêzikatiya Mala Jin ji malbatê re anî ziman û wiha têkoşîna ku li Ewropayê dimeşînin bilêv kir: “Tişta balkêş a ku min di kar û xebatên Mala Jin de dît nêzikatiya ji malbatê re bû. Ji ber ku li Ewropayê bi nêrîna femînîzmê, em ji bo jinan tenê têdikoşin. Di çarçoveya malbat û mîna ku jin parçeyek ji siyaseta malbatê ye nayê dîtin û nayê fikrandin jî. Li vir rê û rêbaz hatine pêşxistin ku li ser bingeha zagona malbatê mafên jinan tên xurtkirin û parastin. Her wiha li kêleka vê yekê ji bo mêr werin perwerdekirin û wan bidin îqnakirin kar û xebat tên meşandin. Di heman demê de Mala Jin jî dibe cihekî xwedîderketina li mêr jî. Li vir li ser esasê çareserkirinê kar tên meşandin. Hemû aliyên cuda ji ber bûyerên tundî dikarin bi saziyê re bikevin têkiliyê û li vir ji bo çareseriyê her kes dixebite.”
‘Li Rojava jinên bi hêz û bi bandor hene’
Judîth Gotz da xuyakirin ku li Rojava jinên bi cesaret bi hêz û bi bandor hene û wiha eleqeyeke mezin nîşanî têkoşîna ku li vir tê meşandin da û got: “Ez ê bi xwe re bigrim û ji bîr nekim ku li vir gelek jinên xwedî cesaretek mezin, bi hêz û bi bandor hene. Ev jin ruxmî ewqas tundî û bêîstîqrariya domdar jî neşikestin û dest ji têkoşîna xwe bernedan. Ruxmî ewqas zor û zehmetiyên ku jin li Rojava dikşînin, li her alî kar û xebatên siyasî yên gelek girîng didin meşandin.”
Pêşxistina demokratîzekirina civakê û avakirina pergal û civakeke nû ya serbixwe
Judîth Gotz bal kişand ser pêşxistina demokratîkbûna civakê û wiha behsa pergala ku dikare jê fêr bibe kir: “Ji bo demokratîzekirina civakê bê pêşxistin, em dikarin ji vê yekê fêr bibin. Mînak ji pergalên meclisên cuda. Tişteke din ku ez jê bi bandor bûm, saziyên ku hewl didin pêkhateyên cuda yên civakê netew, ol û baweriyên cuda tînin ba hev bûn. Ji parçekirinê zêdetir girîngî didin tiştên ku me tîne ba hev û hewl didin ne tenê ji bo berjewendiyên koma xwe, bi hev re projeyê bi pêş bixin. Avakirina van yekitiyan gelek girîng e divê em nehêlin bi lîstikan bên parçekirin. Lê em hewl bidin li ser tiştên ku ji bo me hevbeşiyê tînin û li ser avakirina pergal û civakeke nû ya serbixwe, bisekinin. Ev hemû tiştên ku ez dikarim bi xwe re bigrim û jê fêr bibim.”
Girîngiya serxwebûna aborî
Judîth Gotz ya ku xweseriya aboriya jinan pir girîng dibîne bi vê yekê bal kişand ser rewşa jinan a aborî ya li Rojava: “Ev ne rexne ye lê ez xemgîn bûm ji rewşa aboriya jinan. Ji ber ku xweseriya aborî gelekî girîng e, ji ber jin dikare ji girêdanên cur bi cur rizgar bibe. Ji bo ku jin bikaribe bijî divê pêwistî bi girêdana bi mêrekî re tune be ku xwedî lê derkeve, tenê da ku jin bijîn. Ez hêvî dikim ku di dema nêz de jî derfet hebin, jin di beşa aboriyê de jî zêdetir serbixwe bin. Ji bo jin bikaribin di ve astê de jî azadiya xwe bi dest bixin û biryarên serbixwe jî bigrin. Girîng e ku zêdetir cih û war hebin ku jin tê de bikaribin bixebitin. Mînak li herêmên wekî Amerîkaya Başûr, ji jinan re deynên piçûk têne dayîn ku destûrê dide wan ku projeyên xwe ava bikin, an amûrên hilberîn ji wan re tê dayîn. Mînak me gelek bihîst ku jin perwerdeyên pisporî yên terzîtî dibînîn. Ev tiştek gelekî baş e lê ger makîneya wan tunebe, zehmet e ku kargehek serbixe ava bike.”
Judîth Gotz bal kişand ser rewş û mafên jinan di guhertinên civakî de kir û wiha got: “Girîng e çavkaniyên darayî hebin. Ez bawer dikim rêbazek dibe ku bi alîkariyên derve mîna bexş û projeyên wisa bên avakirin. Lê ji bo demek dirêj divê ku Rojava bixwe çavkaniyên aborî yên têrker destê wê de hebin û dikare bixwe li ser van mijaran bisekine. Ji bo min girîng bû ji ber ku em dişopînin li Sûriyeyê çi çêdibe. Ev xeteriyên heyî ku em ji şoreşên din jî nas dikin ku mafên jinan li kelekê tên hiştin, dema guhertinên mezin ên civakî çêdibin.”
‘Ez ê piştgiriya jinan dikim’
Judith Gotz di dawiya axaftina xwe de behsa piştgiriya ku divê were dayîn kir: “Her kesê ji me re piştrast kir ku ew geşedanên siyasî qebûl nakin ger jin tê de cih negirin û mafên jin neyên dîtin. Ev jî tiştek ez bi xwe re bigrim e, ji ber bi vê zanist û baweriyê jin li vir bi berdewamî ruxmî hemû zor û zehmetiyên nû ku bi pêvajoya siyasî ya heyî re girêdayî ne, têdikoşin. Ev dirûşm heye: “Piştgirî çekek e” û ez ji vê bawer im. Girîng e mirov ji rewşa siyasî ya cih û warên din xwe agahdar bike û li ku ji destên kê tê piştgirî bidin. Ez hêvî dikim ez jî di vê deryayê de bibim dilopek.”