Di qada tenduristiyê de tîrêjên X li ser bedena jinan gefek bêdeng e
Jinên li nexweşxaneyan, li kêleka cîhazên rontgenê dixebitin, her roj rastî radyasyonê tên, tenduristiya wan dikeve xeterê lê belê dema mafê zêdebûna mûçe tê ziman, ji nedîtîve tên dîtin. Gelo qada xebatê dibe hem bi ewle hem jî adil be?
SOMA KEREMÎ
Ciwanro – Jinên li nexweşxane û navendên tenduristiyê ku bi salan e li gel cîhazên radyasyonê belav dikin dixebitin, ne tenê rastî zextên xeterên fîzîkî tên, di heman demê de ji mafê wekhev ên bi mêran û mûçe bêpar tên hiştin. Ceribandinên jinan, çîroka di qada tenduristiyê de, cudahiya di bingeha zayendî de û bêeleqebûna li hemberî bedena jinan vedibêje, pirsgirêkek ku hema bibêje ji raya giştî re nehatiye ragihandin e.
Lêkolînên zanistî nîşan didin ku demek dirêj mayîna li ber tîrêjên X’yê bi taybet di jinan de hevsengiiya reglê xirab dike, dibe sedema kêmkirina zayînê, xetera beravêtin û penceşêra memik, troîdê û rê li ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê vedike. Tîrêjên X’yê bandorê li hucreyên xwînê û genetîk dike û hevsengiya hormona laş xirab dike. Ev bandor di demên dirêj de, bi lewazbûnê û westandina kronîk xwe dide der.
Jin rastî radyasyona zêde tên
Li gorî lêkolînên li Îranê hatine kirin, derket holê ku personelên di beşên radyasyonê de dixebitin, bo dozên cidî temas dikin. Mînak li nexweşxaneyek leşkerî, di beşa anjiyografî de bijîşk salê navbera 22,85 mSv, radyolog 12,2 mSv û hemşîre 2,55 mSv radyasyonê digrin. Pîvanên di beşa radyolojî yên nexweşxaneyên li eyaleta Bakurê Xorasan, di odeyên BT mamografî û floroskopî de di astên diyar de radyasyon heye.
Di lêkolînek din a li ser personelên emeliyatxaneyan û cerahên Urolojî hatin kirin de, di sê mehan de navbera 14 milîgram doza radyasyonê hat tesbîtkirin.
Jin û zarok di nava koma herî hesas de cih digrin
Sekreterê zanistî ya 35’emîn a Kongreya Navnetewî ya Komeleya Radyolojiya Îranê Alî Hekmetnia da zanîn ku jin û zarok li dijî radyasyonê di nava koma herî hesas de ne, cîhazên ku radyasyonê belav dikin, bi hemû tedbîrên ewlehiyê, pêşmalkên gule, dîwarên parêzvan û bi perwerdeya personelan were bikaranîn neçarî ye. Lê belê bi taybetî li bajarên biçûk, li gelek navendên tenduristiyê, ji bo xebatkarên jin şert û mercên parastinê kêm in.
‘Jin her dem rastî cudakariyê tên’
Samîra G. salên dirêj e li emeliyatxaneyek dixebite wiha dibêje: “Di nava 15 salên jiyana xwe ya kar de min her tişt dît. Mêr li gorî jinan hê zêdetir maf û mûçe digrin, alîkariya malbatê, tazmînata radyasyonê, îmtiyazên cuda. Em ji di heman odeyan de li gel heman cîhazan dixebitin lê belê kes tenduristiya jinan kontrol nake. Gelek jin di nava çend salan de pirsgirêkên weke weşandina por, lawazbûna fîzîkî û zayînê dijîn. Ev cudakarî rasterast bandorê li jiyana me dike.”
‘Em neçar in bixebitin’
Jina ciwan xebatkara nexweşxaneyê Şîna Rahîmî behsa heman ceribandinê kir û got: “Mûçeyên ku em digrin gelek kêm bû, barê kar gelek zêde ye. Hinek caran em nexweşan dibin odeya rontgenê û dema derdikeve jî em rastî radyasyonê tên. Mêr heman karî dikin lê belê mehane tazmînata radyasyonê digrin, mûçeyê wan jî zêdetir e. Hevpîşeyek min a ducanî hebû, neçar bû nexweşan bibe rontgenê. Min jê pirsî ‘tu ji bo zaroka xwe natirsî?’ got; ‘Ma çi bikim’, neçar im bixebitim.”
Ev tenê çend mînak in. Cûdahiya tazmînata radyasyonê yan jî mûçeyê cuda, ne tenê tê wateya bêedaletiya mûçeyan, ev ferq, nîşan dide ku bedena jinan hem biyolojîk hem jî civakî çawa tê bênirxkirin. Bedena jinan bi awayê fîzyolojî, tevî radyasyonê hesastir e, ekîpmanên pêwist ên parêzvan û kontrolên rêk û pêk li gelek cihan nayên pêkanîn.
Ev tablo, ne tenê pirsgirêka tenduristiyê ye, di heman demê de nîşaneya bêedaletiya civakî ya kûr e. Di pergalek di navbera mafên jinan ê xebatê û mafê tenduristiyê de asêmayî, ne di qadeke bi ewle ya kar, ne jî behskirina jiyana wekhev ne gengaz e.
Jinên wek Samîra û Şîna, her roj heman pirsê dikin: “Em ê kengê hem bi awayekî bi ewle bixebitin û bibin xwedî mafê wekhev?”
Heta ev pirs ji nedîtî ve bê, ne tenê ew, wê gefa li ser tenduristiya civakê jî bidome.