YRJ’ê dê 4’emîn konferansa xwe li dar bixe
Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jin Arîn Siwêd, da zanîn ku dê 4’emîn konferansa Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin û ji bo konferansê banga tevlîbûna rojnamevanên jin kir.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) di sala 2013’an de Konferansa xwe ya yekemîn li dar xist, di sala 2016’an de ya duyemîn û di sala 2020’an de ya sêyemîn li dar xist. YRJ’ê amadekariya lidarxistina konferansa xwe ya 4’emîn dike. Dê konferans di 8’ê Mijdarê de bê lidarxistin.
YRJ’ê armanc dike ku rêxistinek bandor pêkbîne û girîngiya ragihandina jinê li herêmê, nîşan bide. Di nava amadekariyên konferansê de, organîzekirina rûniştinên nîqaşê yên ku dê rastiya medyayê ji perspektîfa jinan ve binirxînin, pêşwazîkirina beşdaran, rojnamevanên jin ji bajar û herêmên cûrbecûr cihdigre.
Berdevka Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) Arîn Siwêd, der barê amadekariya konferansê de ji ajansa me re axivî.
‘Di dema Baasê de rêxistinek rojnamevanên jin tunebû’
Arîn Siwêd, da zanîn ku di dema Rêjîma Baasê de rêxistinek ku rojnamevanên jin kom bike tunebûye û wiha got: “Dema ku qeyrana Sûriyeyê dest pê kir, rojnamevanên jin, di nav van geşedanên heyî yên li Sûriyeyê de cihê xwe girtin, bi bûyeran re rû bi rû dibûn û tengav dibûn. Di wan pêvajoyan de helbet rojnamevanên jin di aliyê rojnamevaniyê de zehmetî dikişandin. Di dema Rêjîma Baasê de rêxistinek rojnamevanên jin tunebû.”
‘Bingehek pir bi hêz tunebû’
Arîn Siwêd, anî ziman ku di dema Rêjîma Baasê de kesên ku rojnamevaniyê dixwendin pir kêm bûn û wiha got: “Di Sûriyeyê de dema Rêjîma Baasê, kesên ku rojnamevaniyê dixwendin pêwîst bû Baasî bin yan jî alîgirên Baasê bin. Di Sûriyeyê de bingehek pir bi hêz ku wekî jin rê li pêşiya te veke û jin bikarin xeyalên xwe yên rojnamevaniyê bikîn tunebû. Kesên ku rojnamevaniyê dixwendin jî pir kêm bûn.”
Pêdiviya rêxistinek rojnamevanên jin
Arîn Siwêd, diyar kir ku rojnamevanên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek hewl dane û wiha pê de çû: “Bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bingehek ragihandinê li herêmên me hebû. Rojnamevanên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser xeta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyanan û hevalên me yên îro, berxwedana wan ji xwe re wekî mînak girtin. Ji ber vê yekê rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina rêxistinek ku mafên jin tê de biparêze, bikaribin di aliyê zimanê weşanê de guhertinan çêkin û bikaribin polîtîkayên weşanê yên xweser çêkin, hewildanên mezin dan.”
‘Berxwedana gelek rojnamevanên jin, ji bo me dibe çavkaniya jiyanê’
Arîn Siwêd, di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî damezrandina Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) axivî û got: “Di konferansa me ya 3’emîn a sala 2020’an de konferansa yekemîn a navê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) hate ragihandin. Lê ji beriya wê jî, rêxistina me ya rojnamevanên jin hebû. Nîha jî li ser bingeha vê mîrateyê amadekariyên 4’emîn Konferansa YRJ’ê bên meşandin. Ev konferans ji bo me gelek guhertin bi xwe re aniye. Berxwedana gelek rojnamevanên jin, ji bo me dibe çavkaniya jiyanê.”
‘Komîteyên amadekar hatin avakirin’
Arîn Siwêd, anî ziman ku di konferansa YRJ’ê de komîte hatine avakirin û axaftina wiha domand: “Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmara rojnamevanên jin ji 500’î derbas bûye. Beşdarbûna hemû rojnamevanan jin a ji bo konferansê, ji me re dibe sedema moral û heycanek mezin û carek din wê soza ku me daye rêhevalên xwe yên şehîd, dubare dike. Di konferansê de komîte hatine avakirin, 3 komîteyên amadekar hene, amadekirina cih û pergala hundir dikin.”
‘Wê xebatên salên borî bên nirxandin’
Arîn Siwêd, da zanîn ku pêwîstî di hinek guhertinên di sîstema hundirîn a YRJ’ê de heye û wiha got: “Pêwîst e ku hin guhertin di sîstema hundir de werin kirin. Ji ber ku ji 2020’an heta îro gelek guhertin li ser asta Sûriyeyê çêbûn û wê hin nîqaş jî werin kirin. Armanca me ya sereke ji konferansê, ew e ku em weşanên xwe yên salên derbasbûyî binirxînin, asta xwe ya Rêveberiya YRJ’ê, wekî desteya Rêveber, Meclîsa YRJ’ê û Berdevka YRJ’ê ku kar û xebatekî çawa kirin, cihên kêm mane, armanca me ya salên borî çi bû, ji wan armancan me çi pêk anî û çi pêk neaniyê ye.”
‘Ji ber şert û mercên heyî konferansa me bi derengî ket’
Arîn Siwêd, diyar kir ku wê Konferansa YRJ’ê di 8’ê Mijdarê de li Qamişlo were lidarxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ya rastî, wekî biryar pêwîste konferans her du salan carek were lidarxistin. Lê ji ber şert û mercên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibin, bi derengî ket. Delegeyên ku dê werin konferansê 170 rojnamevan in.”