Zeynep Kinaci li Mexmûrê hate bîranîn
Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşer û fedaiya gelê xwe Zeynep Kinaci bi navê xwe yê din Zîlan Kinaci di salvegera xwe ya 30’emîn de hat bîranîn.
Mexmûr – Di bin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî(Mexmûr) têkoşer û fedaiya gelê xwe Zeynep Kinaci bi navê xwe yê din Zîlan di salvegera xwe ya 30’emîn de bi rêzeçalakiyan hat bîranîn.
Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê di bin pêngava ‘Niha Dema Jinê ye’ de ji bo bîranîna Şehîd Zîlan rêzeçalakiyekê du rojî amadekirîne.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê nameya Şehîd Zîlan hat xwendin. Piştî name hat xwendin sînevîzyona ku li ser jiyan û serpêhatiya Şehîd Zîlan û hevrêyên wê hatî amade kirin hat temaşekirin.
Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ dawî bû.