YRA û YRJ: Cîhan û Nazim bi pênûs û kameraya xwe bûn zimanê heqîqetê
YRA û YRJ têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyek hevpar dan. Hat gotin ku “Cîhan û Nazim bi pênûs û kameraya xwe bûne zimanê heqîqetê” û bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan hat kirin.
Qamişlo – Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirrînê de hatin qetilkirin. Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) daxuyaniyek hevpar dan û li dijî qetilkirina rojnamegeran bang li sazî û rêxistinên rojnamegeran kirin.
Daxuyanî li Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Alan Meîş ve bi zimanê Kurdî, ji aliyê Arîn Siwêd ve jî bi zimanê Erebî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirkiye a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Suriyê zêde kirine. YRA û YRJ’ê dan zanîn ku di demeke hemû cîhan li ser avakirina sîstemek nû ya li Suriyê ku hemû pêkhate tê de werin temsîlkirin nîqaş dikin de, çapemeniya azad hewl dide vê rastiyê ji raya giştî re ragihîne. Daxuyaniya YRA û YRJ’ê wiha berdewam kir: “Hevrêyên me yên rojnamevan, ji bo pêkanîna vê erka xwe ya exlaqî û dirokî, li hemû eniyên ku êrîş li ser hene, bê dudilî kar dimeşînin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê ji gel û raya giştî ya cîhanê re radigihînin. Dewleta Tirkiyê bi van êrîşên xwe tevahî nirxên civaka me hedef digire, her wiha ragihandina ku rastiya wan aşkera dike jî xistiye pêşiya êrîşên xwe. Li gorî hemû peymanên navnetewî mafê rojnamevanan ê şopandina şer û pevçûnan heye û divê neyên hedefgirtin. Lê dewleta Tirkiye li hemberî Çapemeniya Azad şerekî hovane dişemeşîne.”
Wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke eniyek bi bandor a têkoşînê, Çapemeniya Azad di rêwitiya xwe ya heqîqetê û aşkerakirina rastiyan de, bedêlên giranbuha dane. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Herî dawî di encama êrîşeke hovane ya dewleta Tirk a dagirker de du hevalên me yên rojnamevan şehîd bûn. Di vê êrîşa nemerdane de hevalên me yên rojnamevan Nazim Daştan û nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) Cîhan Bîlgin şehîd bûn. Herdu hevalên me ji roja destpêkê ya êrîşên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê têm domkirin ve, berxwedaniya li herêmê dişopandin. Roja 19’ê Kanûna 2024’an jî dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15:20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balefireke bê mirov û biçek a dewleta Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama êrîşê de herdu hevalên me şehîd bûn, ajarokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî, birîndar bû.”
‘Cîhan di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de, wek rojnamevanek 8 salên tije têkoşîn derbas kir’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Cîhan Bîlgîn ji sala 2017’an ve li Rojavayê Kurdistanê rojnamevaniyê dike û ev agahî hatin dayîn: “Heval Cîhan Bîlgîn di malbeteke welatpêrêz a bedêl dayî de mezin bûye. Ji bo ku berxwedan û Şoreşa Rojava ji raya giştî re ragihîne, wek rojnamevanek wêrek di eniya herî pêş a Çapemeniya Azad de cîh girt. Bi pênûs û kameraya xwe, her tim bû zimanê şoreşa gelan û şoreşa jinan. Cîhan Bîlgîn 8 salan di ANHA’yê de weke nûçegihan xebat kir. Di pêvajoya avakirina Şoreşa Rojava de, weke rojnamevanekê 8 salên tije têkoşîn derbas kirin. Di demên ku êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Rojava dijwar dibûn de, ji bo ku rastiyan bi awayekî herî baş ragihîne, her dem li eniya herî pêş bû. Dîsa di pêvajoya avakirina pergala xweseriya demokratîk a li herêmê de weke jineke lêgerinvana azadiyê, bi nûçe, dosya û hevpeyvînên xwe Şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye, ji raya giştî re ragihand. Di rêwitiya domdar a Çapemeniya Azad de, weke şopdara kevneşopiya Gurbetelî Ersoz, Gulistan Tara, Seyîd Evran, Dilîşan Îbiş û bi sedan şehîdên ragihandinê, bi azweriyeke mezin Şoreşa Rojava ji raya giştî ya Kurdistanê û cîhanê re ragihand. Cîhan Bîlgîn bi qasî pisporiya xwe ya rojnamevaniyê, bi rûkenî û bi hevaltiya xwe jî kesayeteke mînak bû.”
‘Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda’
Di berdewama daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna rojnamevan Nazim Daştan jî ev agahî hatin dayîn: “Têkoşer û rojnemevan Nazim Daştan, li navçeya Gihadîn a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê. Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Bi vê zanebûna netewî, di temenekî ciwan de, di eniya ragihandinê de dibe lêgerînvan û têkoşerê azadiyê. Sala 2014’an di pêvajoyeke ku êrîşên DAIŞ’ê li ser Rojava destpê kirin de, derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrinê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand. Di pêvajoya berxwedana Rêveberiya Xweser a li Bakûrê Kurdistanê de derbasî navçeya Silopya ya Şirnexê bû û erka rojnamevaniyê li wir domand. Lê dewleta Tirk ji ber karê wî yê rojnamevaniyê, derbarê wî de lêpirsîn da destpêkirin. Tevî zextan jî hevalê Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û di sala 2016’an de careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Di salên dirêj yên têkoşêna rojnamevaniyê de, li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dagirkeriyê dişopand. Hevalê me Nazim bi kesayata xwe ya dilnizm, kedkar û bîrewer di eniya herî pêş a Çapemeniya Azad de cîh girt. Li her cihekî ku têkoşîna dijwar lê hebû, hevrêyê me Nazim Daştan bi kamera û penûsa xwe li wir bû. Weke şopdarekî Xelîl Dag, bi pênûs û kameraya xwe bûye zimanê heqîqetê. Weke rojnamevanek wêrek di rêwitiya dijwar û demdirêj a çapemeniyê de ji bo gelek sazî û dezgahehên Çapemeniya Azad xebat meşandin.”
Banga bihîstyariyê hat kirin
Di daxuyaniyê de êrîşa hovane ya li hemberî rojnamevanan bi tundî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Wek şopdarên heqîqetê em ê bi biryardariyek mezin rêya wan bişopînin, pênûs û kamereyên wan li erdê nehêlîn. Em bang li hemû rojnevamanan dikin ku bibin alîgirên rastiyê û bibin şopdarên Çapemeniya Azad ku îro di oxira wê de Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Her wiha em bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan, dîsa saziyên mafên mirovan ên navnetewî dikin ku li hemberî vê hovîtiyê denge xwe bilind bikin. Wek Çapemeniya Azad em soz û biryardariya xwe ya mezinkirina têkoşîna hevrê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên ragihandinê nû dikin.”
Daxuyanî bi sloganên “Bijî berxwedan û têkoşîna Çapemeniya Azad” û “Şehîd Namirin” bidawî bû.