YPJ di navbera statuya siyasî û nepejirandinê de -GOTAR

Naskirina rola Yekîneyên Parastina Jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ne tenê bi aliyê leşkerî ve girêdayî ye, di heman demê de girîngiya beşdariya jinan di parastina civakê û avakirina pêşeroja siyasî ya pir alî û aramtir li Sûriyeyê nîşan dide.

LEMAN ŞÊXO

Doza Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) yek ji mijarên herî nakok ên dema me ya niha ye, ji ber ku ew rasterast bi ji nû ve avakirina dewleta Sûriyeyê û pêşeroja saziyên wê yên leşkerî û siyasî ve girêdayî ye. Ev yekîne di şerê li dijî DAIŞ’ê de wekî hêzeke leşkerî ya jinan derketin holê ku di gelek şeran de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî di şerê Kobanê de ku xaleke girîng a şerê bi DAIŞ’ê re nîşan da, roleke girîng lîstin.

Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di sala 2013’an de, di çarçoveya şerê Sûriyeyê û pêdiviya zêde ya bi hêzên parastinê yên herêmî li herêmên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi fermî hatin damezrandin. Ev yekîne weke baskê leşkerî yê jinan ku bi projeya xweser ve girêdayî ye, hat damezrandin. Armanca wê parastina deverên herêmî û zêdekirina beşdariya jinan di warên leşkerî û siyasî de bû, di çarçoveya vîzyoneke rewşenbîrî û siyasî de ku li ser bingeha felsefeya “konfederalîzma demokratîk” a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullan Ocalan ve ji bo avakirina civakê hatiye pêşniyarkirin. Ev felsefe tekezî li ser prensîbên azadiya jinan, wekheviya zayendî û pirrengiya neteweyî di avakirina civakê de dike.

Entegrasyon pêkhateyeke sereke ya bernameyên reforma qada ewlehiyê û avakirinê ye

Li welatên ku ji pevçûnan derdikevin, entegrasyon pêkhateyeke sereke ya bernameyên reforma qada ewlehiyê û avakirina dewletê ye. Armanc ji entegrasyonê ew e ku hemû hêmanan di nava artêşa neteweyî de bi cih bike. Lê belê serkeftina vê pêvajoyê bi lihevkirina siyasî, temînatên qanûnî û baweriya hevbeş di navbera aliyên cuda de ve girêdayî ye.

Li Sûriyeyê, nîqaşa li ser yekbûna Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ji aliyê leşkerî wêdetir diçe û digihîje asteke kûrtir, der barê xwezaya dewleta Sûriyeyê ya pêşerojê û sînorên pirrengiya etnîkî û zayendî di nava saziyên wê de. Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi prensîba “yekîtiya leşkerî” ve girêdayî ye û îdia dike ku hebûna formasyonên çekdar ên serbixwe bi girêdanên rêxistinî yan îdeolojîk ên cihêreng dikare serweriya dewletê û yekîtiya biryardayîna leşkerî ya wê tehdît bike. Ji ber vê yekê, ew red dike ku di nava artêşa nû ya Sûriyeyê de xweseriya rêxistinî bide YPJ’ê.

Pêvajoya entegrasyonê ger taybetmendiya jinan neparêze dikare bibe sedema marjînalîzekirinê

Berovajî vê, Yekîneyên Parastina Jinan modela pêşengiya jinan a serbixwe dişopînin ku beşek girîng a pergala wan a rewşenbîrî û rêxistinî ya bi Rêveberiya Xweser re têkildar pêk tîne û bawer dikin ku her pêvajoya entegrasyonê ku taybetmendiya wan neparêze dikare bibe sedema marjînalîzekirina rola jinan di nava saziyeke leşkerî ya kevneşopî de ku bi piranî mêr in.

Pêvajoya entegrasyonê du projeyên cuda nîşan dide

Ev nakokî eşkere dike ku meseleya entegrasyonê ne tenê meseleyeke teknîkî yan îdarî ye lê belê nakokiyeke siyasî û îdeolojîk di navbera du projeyên cuda de nîşan dide. Projeya xwerêveberiyê ya li ser bingeha nenavendîbûnê, wekheviyê, hêzdarkirina jinan û pergala rêveberiya hevbeş û din jî  projeya dewleta navendî ku hewl dide hêza leşkerî û siyasî di nava saziyên navendî yên yekgirtî de ji nû ve bike yek.

Ev nakokî ji aliyê faktorên herêmî û navneteweyî yên aloz ve jî tê gurkirin. Tirkiye her hebûneke leşkerî ya rêxistinkirî ya Kurdî ya nêzî sînorên xwe wekî gefek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne, ji ber têkiliya rewşenbîrî û siyasî bi tevgera azadiyê re ku ev yek jî hiştiye zexta siyasî û leşkerî bike da ku pêşî li naskirina xwe bigre.

Her wiha, pêvajoya entegrasyonê bi gelek pirsgirêkên ewlehî û civakî re rû bi rû dimîne ku ji doktrînên leşkerî yên cuda di navbera her du aliyan de ye. Nebûna modeleke wekhev ji bo yekîneyên jinên serbixwe di nava artêşa Sûriyeyê de, baweriya hevbeş a qels di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de û tirsa şervanên jin ên ji windakirina destkeftiyên siyasî û civakî yên ku di salên şer de bi dest xistine derdikevin holê.
Berovajî vê, hinek partiyên Sûriyeyê ditirsin ku hebûna berdewam a yekîneyên serbixwe dê dabeşbûnên erdnîgarî û siyasî di nava welat de kûrtir bikin.

Li vir eşkere dibe ku pêşeroja Yekîneyên Parastina Jinan ne tenê bi biryareke îdarî ya der barê entegresyon an hilweşandinê ve girêdayî ye, di bingehê de xwezaya nakokiya li ser şêweyê dewleta nû ya Sûriyeyê û asta şiyana wê ya bicihkirina pirrengiya neteweyî, zayendî û siyasî di çarçoveya dewleteke yekgirtî de nîşan dide.

Çareserî

Çend alternatîf û çareserî dikarin werin pêşniyarkirin ku dikarin bibin alîkar ji bo sivikkirina nakokiya li ser pêşeroja Yekîneyên Parastina Jinan. Di nav de pejirandina modelek entegrasyonê ya gav bi gav ku rê dide avakirina baweriyê di navbera aliyên cuda de heye. Her wiha peydakirina misogerkirina destûrî û zagonî ji bo parastina mafên jinan, zêdekirina temsîliyeta jinan di nava saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Sûriyeyê de. Ji bilî destpêkirina diyalogeke siyasî ya berfireh di navbera hikûmeta Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û hêzên jinan de. Bi çavdêriya navneteweyî yan NY’ê ya pêvajoyên ji nû ve avakirina ewlehiyê û xebata ji bo reformkirina saziya leşkerî ya Sûriyeyê li ser bingehên neteweyî û pîşeyî yên dûrî karakterê îdeolojîk an mezhebî. di heman demê de parastina prensîba pirrengiya neteweyî û wekheviya zayendî di nav saziyên dewleta Sûriyeyê ya pêşerojê de.

Parastina destkeftiyên ku di salên şer de hatine bidestxistin, pêwîstî bi misogerkirina beşdariya bi bandor a jinan di saziyên siyasî, leşkerî û ewlehiyê de û pêşîgirtina li paşguhkirina wan di ji nû ve avakirina dewleta Sûriyeyê de heye. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku prensîbên edalet, wekhevî û hemwelatîbûnê di çarçoveya destûrî û zagonî ya pêşerojê de werin bicihkirin, parastina mafên jinan bikevin bin temînatê û rola wan di jiyana giştî û biryardanê de were zêdekirin.

Di vê çarçoveyê de, naskirina rola Yekîneyên Parastina Jinan di şerê li dijî DAIŞ’ê de ne tenê bi aliyê leşkerî ve girêdayî ye, di heman demê de girîngiya beşdariya jinan di parastina civakê û avakirina pêşerojeke siyasî ya pir alî û aramtir li Sûriyeyê jî nîşan dide.

* Endama Akademiya Jineolojiyê