Yelda Ehmed: Gelê Îranê bi yekîtiya xwe dikare rizgar bibe
Aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed bal kişand ser rola gel a diyarkirina çarenûsa xwe di nava şerê Îsraîl û Îranê de û got: “Têkoşerên Îranê û gelê li berxwe dide bi yekîtiya xwe dikarin veguherînê bînin û xwe rizgar bikin.”

BEHARÎN LEHÎB
Efganistan – Bi destpêkirina êrîşên leşkerî yên Îsraîl- Îranê, ji medya û analîzên siyasî nêrînên cûda derketin holê. Hinek jê van êrîşan bi kêfxweşî pêşwazî kirin û ji bo ji destê melayên li Îranê rizgar bibin wek fersendek dîtin. Di rojên destpêkê yên êrîşan de hinek rayedarên payebilind ên rejîmê hatin kuştin. Lê belê rejîma Komara Îslama Îranê di heman rojan de analîstek siyasî darve kir û tepisandina muxalefetê domand.
Her çiqas hinek difikirin ku ev êrîş dê bingeha rejîmê têk bibe jî, dema ji derve de lê tê nihêrtin, tê dîtin ku ev êrîşek eşkere ya li dijî welatek serdest e, bi taybetî ji ber ku bi desteka welatên Rojava yên wek Emrîka pêk tên. Mîna ku en 7’ê Cotmeha 2001’an de tiştên ku gelê Efgan jiyan kirin. Êrîşa Emrîka ku bi hinceta têkoşîna bi terorê re û parastina mafên mirovan, welêt ber bi hilweşîn, gendelî û tundiyê ve biribû.
‘Jin dikarin rêbertiya vê pêvajoyê bikin’
Di dema hebûna Emrîka û NATO’yê ya 20 salan li Efganistanê de, tundiya li dijî jinan, cînayetên li dijî entelektuelan, dejenerebûna sazî û ehlaqî, hilberandina di asta rekor de ya madeyên hişber, zêdebûna rêjeya girêdanbûna bi madeyên hişber ve, avakirina dibistanên zêde yên olî, gurkirina cûdahiya mezhebî û etnîkî, gelek neyîniyên wek destekkirina hikûmetên dejenerekirî derket holê. Di encamê de bi derketina Emrîka ya ji Efganistanê re, welat cardin radestî Talîban hat kirin. Awayê nêzîkatî û feraseta Talîbanê, ji rêveberiya Komara Îslama Îranê ne gelek cûda bû. Qurbanên destpêkê yên vê vegerê, jin û rewşenbîr bûn. Ji ber vê ceribandinê gelek Efganî bi fikar in ku heman senaryo li Îranê werin jiyîn. Li gorî wan hilweşandina rejîmek zextê ancax bi rêbertiya gel û di bin kontrola wan de, wê aştî û aramî were. Bi taybetî ger ev rêbertî ji aliyê tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û jinên bi cesaret ên Îranê ve bê, wê ji bo pêşerojê bibe hêvî.
‘Mudaxeleya welatek encamên erênî bi xwe re neaniye’
Têkildarî vê mijarê Aktivîsta Mafên Jinan û Derûnnasa Efganî Yelda Ehmed axivî. Yelda diyar kir ku li gel êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê wê di rejîmê de guherîn çêbibe, dibe ku rejîm hilweşe û wiha got: “Lê belê ya girîng wê ji niha û şûnde çi çêbe? Gelê Îranê li benda çiye? Kî dê hêzê bidest bixe? Bandora vê êrîşê ya li ser Îranê wê çi be? Ji dîrokê ve hatiye dîtin ku, mudaxeleya welatek a li welatek din her çiqas bi navê ‘guherîn’ û ‘başkirinê’ be jî, encamên erênî bi xwe re neaniye. Tu welat ji derveyî berjewendiyên xwe ji bo welatek din gav navêje. Pirsgirêka bingehîn ew e ku gelê Îranê piştî van êrîşan wê bi çarenûsek çawa re rûbirû bimîne.”
‘Hemû hêzên emperyalîst bûne yek’
Yelda Ehmed ferqa di navbera êrîşên Emrîka yên li dijî Efganistanê û êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê de wiha anî ziman: “Di navde ferqek berbiçav heye. Emrîka beriya 24 salan, rasterast mudaxeleyî Efganistanê kir. Bi hinceta têkoşîna bi terorê re û anîna mafên mirovan ketê. Talîban têk çû, lê belê rêveberî xist destê sûcdaran. Efganistan anîn halê hê xirabtir. Îro Îsraîl êrîşî Îranê kir. Her çiqas Emrîka rasterast cih negire jî, ne rasterast gelek bi bandor e. Her çiqas bêjin em ‘êrîşan destek nakin’ jî, hemû kes dizanin ku Îsraîl bi desteka Emrîkayê vê êrîşê pêk tîne. Hemû hêzên emperyalîzmê bûne yek. Li beramberî gelê xizan û tê perçiqandin, li gel sûcên ku dikin, bi awayek organîze didomînin.”
‘Ancax têkoşerên Îranê û gelê li berxwe dide dikare veguherînê bîne’
Yelda Ehmed têkildarî hebûna Emrîkayê ya 24 salan li Efganistanê wiha got: “Min wek jinek Efgan, vê demê heta hestiyên xwe hîs kirin. Bi eşkereyî dikarim bêjim ku tu welat nabe rizgariya tu welatek din. Tu hêzek biyanî ji gelek re kêfxweşî û aramiyê nayne. Rejîma Îranê ji xwe rejîmek qetlîamkar û zextê ye. Gelê Îranê bêzar bûye, hemû kes dixwaze rejîm hilweşe. Lê belê ya girîng rola gel bi xwe ye. Ne Îsraîl, ne Emrîka û ne jî welatek din aştî û aramiyê nayne Îranê. Tenê gelê herêmê dikare vê yekê biser bixe. Ceribandina bi êş a Efganistanê ku cîranê Îranê ye, li holê ye. Emrîkayê beriya 24 salan got ku ji bo têkoşîna li dijî terorê hatiye û wê mafên jinan bîne. Lê belê piştî 24 salan teror tune nekir, berovajî wê, mezin bû. Di şevek de hemû tişt hilweşiya, Talîban dîsa bû desthilatdar. Îro hê di hefteyê de 40 milyon dolar alîkarî digrin û bi vê alîkariyê sûcên xwe yên li dijî jin û gelan didomînin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku ji derveyî gelê Îranê tu rizgarker nîne. Ancax têkoşerên Îranê û gelê li berxwe dide dikarin guherînê bînin.”
‘Ev şer û krîz wê bandorê li hemû herêmê bike’
Yelda Ehmed bal kişand ser bandora şerê didome ya li ser dinyayê û Rojhilata Navîn û wiha got: “Ev şer û krîz wê ne tenê li Îranê, wê bandorê li hemû herêmê bike. Ji ber ku ev welat bi hevdû ve girêdayî ne. Hêzên emperyalîst ji bo domandina sûcên xwe her tim li hincetek digerin. Efganistan, Îraq, Sûriye û îro jî Îran... hemû parçeyên heman pêvajoyê ne. Tê xwestin ku ev welat ji aliyê hêzên ku hewl didin rola ‘cendirmetiya dinyayê’ bilizîn ve werin qontrolkirin. Parvekirina hêzê tê wateya hedefkirina ji nû ve şekildayîna dinyayê û dîzaynkirina gelan.”
‘Tekane tiştê ku gelê Îranê rizgar bike, têkoşîna wê bi xweye’
Yelda Ehmed ev bang li gelê Îranê û têkoşeran kir û got: “Ez wek jinek beriya 24 salan li Efganistanê êrîşên Emrîkayê jiyan kiriye, dibêjim ku tekane tiştê ku gelê Îranê rizgar bike, cardin têkoşîna wê bi xwe ye. Ev gel bi awayek hişyar û rêxistinkirî li dijî vê rejîma zextê têdikoşe. Ew dikarin Aştî û aramiyê bînin welatê xwe. Berxwedana li girtîgehan, têkoşînên rojane û protesto wê pêşiya azadiyê veke. Ne Emrîka, ne Îsraîl, ne jî welatek din wê di şûna vî gelî de azadiyê neynin.”