Li Sineyê aktîvîstên mafên jinan li dijî tundiyê li hev civiyan

Li Sineyê aktîvîstên mafên jinan ên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li hev civiyan, balkişandin li ser berpirsiyariya civakê ya parastina maf û rûmeta jinan.

Sine – Li Bajarê Sineyê komek aktîvîstên mafên jinan, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li hev civiyan û balkişandin li ser mafê jinê ya jiyankirinê ya di hawîrdorek ewle, azad û wekhev de.

Beşdaran, di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Em, mîna aktîvîstên mafên jinan ên li Sineyê, ji bo dubarekirina mafê bingehîn ê jinê ya jiyankirina di ewlehî, azadî û wekheviyê de kom bûne."

Beşdaran, daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku pêdivî bi têkoşîna bi bandor li dijî her cûre tundî û cudakariyê, hesabdayîna saziyên berpirsiyar û xurtkirina mekanîzmayên civakî û qanûnî yên piştgirîker, heye.