Yekîtiya Jinên Sûdanî: 8’ê Adarê divê bibe platformeke eşkerekirina krîza neteweyî
Yekîtiya Jinên Sûdanî tekez kir ku Roja Jinên Cîhanê veguhere platformek ji bo doza jinên Sûdanî ji ber rêbazeke nû ya têkoşîna dîrokî di çarçoveya berxwedana li dijî îstîsmarê hatiye avakirin.
Sûdan – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Yekîtiya Jinên Sûdanî piştrast kir ku hedefgirtina jinan di şeran de kûrahiya krîza neteweyî eşkere dike û pergala civakî û aborî ya civaka Sûdanî tehdîd dike.
Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Jinên Sûdanê îro daxuyaniyek da û got: “Hedefgirtina jinan di şeran de tê wateya hedefgirtina ji nû ve afirandina jiyana civakî bi xwe. Ji ber ku jin stûna berdewamiya aborî û civakî ya civakê ne.”
Di daxuyaniya yekîtiyê de hat diyarkirin ku doza jinan teyîsandina aloziya neteweyî ye û wiha hat gotin: “Doza jinan li Sûdanê ne dozeke mafên sînordarkirî ye, teyîsandineke rasterast a aloziya neteweyî ya berfireh e, tê de aloziya dewletê aborî û aloziya desthilatdariya tundiya ku li ser bingeha talankirin û leşkerî kirine ye.”
Yekîtiyê tekez kir ku veguhertina vê rojê weke platformê, ji bo rojevkirina doza jinên Sûdanî di asta navneteweyî de ne sembolek e, dibe rêbazeke nû ji bo têkoşîna dîrokî di çarçoveya berxwedana li dijî îstîsmarê de.
Ev roj divê ne tenê roja şahiyê be
Yekîtiyê bal kişand ku divê ev roj tenê nebe roja şahiyê, bibe wesîleyek ji bo eşkerkirina pergala tundiya civakî û aborî û berdewam kir: “Bila jin nebin amûra pîrozbahiyeke fermî. Pêwist e 8’ê Adarê bibe wesîleyek pergala tundiya civakî û aborî bê eşkerekirin. Rastî ew e ku ger civak azad nebe, jin nikare azad bibe. Divê ku Roja Jinên Cîhanê bibe munesebetek ji bo naskirina edaleta civakî. Ji ber ku xistina doza jinên Sûdanî di dilê vê rojê de ne daxwazeke elît e, pratîkeke neteweyî ye. Balê dikşîne ser navenda aloziya welatekî ku şer hildiberîne û ji bo girîngiya parastina jinên Sûdanî û kesên di demen şer de kirine, hesab bê xwestin.”