Meclîsa Îştar a Mexmûrê piştgirî da çalakiya Dayîkên Aştiyê
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyeke piştgirî da çalakiya Dayîkên Aştiyê ya li Enqereyê hatibû lidarxistin û got: “Ew dayîkên me temsîliyeta hemû dayîkên êş kişandine, dikin. Em wek gelê Mexmûrê piştgiriya didin çalakiya wan.”
Mexmûr- Nêzî 300 Dayîkên Aştiyê yên ji 24 bajaran, ji bo daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya girtiyên siyasî û gavên berbiçav ên derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çûbûn Enqereyê, piştî çalakiya nobetê û serdana partiyên siyasî çalakiya xwe bi dawî kiribûn.
Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi daxuyaniyeke piştgirî da çalakiya Dayîkên Aştiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad nebin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî li Saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Beriya daxuyaniyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê, endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
‘Ji aliyê dewleta Tirk ve gavên berbiçav nehatin avêtin’
Fatma Bîlen balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajo ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn daye destpê kirin. Fatma Bîlen ev tişt got: “Di 27’ê Sibata 2025’an de pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hat destpê kirin. Di vê pêvajoyê de hemû gavên girîng ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hatiye avêtin. Herwiha heta niha di rewşa Rêbertî, pêvajo û hemu girtiyên zindanê de tu guhertin ne hatiye çêkirin. Rêber Apo ji bo hemû gelên bindest û çareserkirina pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de, pêvajo da destpê kirin. Lê mixabin ji aliyê dewleta Tirk ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin.”
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Fatma Bîlen, balkişand ser çalakiya Dayîkên Aştiyê ya li Enqerê û wiha got: “Dayîkên Aştiyê û hemû dayîkên ku dixwazin pêvajo bigihije serkeftinê berê xwe dabûn Enqerê. Em wê çalakiya Dayîkên Aştiyê silav dikin û pîroz dibînin. Ew dayîkên me temsîliyeta hemû dayîkên êş kişandine, dikin. Em wek gelê wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî jî piştgiriya çalakiya wan dikin. Heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, girtiyên zindanan neyên berdan, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.