Ji Parlamentoya Îranê derbarê ‘têkoşîna li dijî bandora biyanî’ de cezayên nû
Parlamentoya Îranê xalên 30 û 31’emîn ên pêşnûmeya yasayî ku ji bo rûbirûbûna bandora dezgeh û saziyên îstîxbarata biyanî hatiye amadekirin, pejirand û ji bo kesên ku ji bo pêkanîna sûcên di çarçoveya vê pêşnûmeyê de lihev kirine, cezayên girantir anî.
Navenda Nûçeyan – Parlamentoya Îranê nîqaşên xwe yên li ser pêşnûmeya bi navê "Têkoşîna li dijî Bandora Dezgeh, Dewlet an Saziyên Îstîxbarata Biyanî" didomîne. Di rûniştina herî dawî de, parlamenteran xalên 30 û 31’emîn pejirandin. Her wiha, bi guhertineke ku li xala 3’yemîn hatiye zêdekirin, yasadaneran biryar dan ku cezayên ji bo kesên ku ji bo pêkanîna sûcên di vê pêşnûmeyê de hatine diyarkirin li hev dikin, girantir bikin.
Li gorî xala 30’emîn a ku hatiye pejirandin, ger sûcekî ku di çarçoveya vê pêşnûmeyê de ye, bi bikaranîna çavkanî an navê saziyeke yasayî bê kirin, çi ji bo pêkanîna armancên wê saziyê, çi jî li gorî talîmatên wê û ji bo berjewendiya wê, dadgeh dikare ji bilî kesê/a ku sûc kiriye, cezayan li wê saziya yasayî jî bibire. Eger pêwîst be, dadgeh her wiha dikare biryara feshkirina wê saziyê jî bide. Ev xal her wiha hûrguliyên ji bo parastina mafên aliyên sêyemîn ên ku berpirsyariya wan a cezayî tune ye û her wiha parastina mafên karmendan di rewşa feshkirina saziyê de, dihewîne.
Cezayên hatine diyarkirin tên girankirin
Xala 31’emîn a pêşnûmeyê, berpirsyariya cezayî ya sûcdaran û cewherê sûc, bi wê yekê ve girê dide ka ew ji tevlîbûn, piştgirî, perwerde, rêberî an çavdêriya karbidestek biyanî agahdar bûne an na. Her wiha, ev xal di rewşên ku kiryara sûcdar ji ber bêbaldarî an xemsariyê pêk tê û zirarê dide ewlekarî an berjewendiyên neteweyî de, cezayên pileya pêncemîn an şeşemîn ferz dike.
Li gorî bendeke ku li xala 3’yemîn a pêşnûmeyê hatiye zêdekirin, ger du kes an zêdetir kes ji bo pêkanîna sûcên ku di çarçoveya vê pêşnûmeyê de ne li hev bikin, cezayê her kesek, li gorî pîvana "belavbûna civakî", dê bi yek an du pileyan bê zêdekirin. Lê belê, nivîsa pêşnûmeyê ti pênaseyek an pîvanek zelal ji bo çawaniya pîvandina vê "belavbûnê" peyda nake.
Pirsên derbarê çarçove û pêkanînê de dimînin
Tevlîkirina saziyên hiqûqî di çarçoveya berpirsyariya cezayî de, sepandina cezayên ji bo tevgerên ji ber nezanî an xemsariyê û bikaranîna pîvanên nezelal ên wekî "belavbûna civakî" pirsên di derbarê çarçoveya sûc û cezayan û her wiha pêşbînîkirina yasayê de derdixe holê. Di nirxandinek ku di roja ku ev xal hatin pejirandin de hat weşandin de, pisporê hiqûqî Kambiz Norouzî nezelaliya di pênaseya "bandorê" de û rêza berfireh a çalakiyên ku ji hêla pêşnûmeyê ve tên vegirtin, wekî pirsgirêkên bingehîn destnîşan kir.
Xalên berê yên pêşnûmeyê ku armanc dike bandora biyanî têk bibe, hevkariyên di sektora medyayê de, parvekirina agahdariyê, çalakiyên zanistî û çandî û ragihandina bi kes û saziyên biyanî re di bin sînorê sînorkirin û cezayên pêşniyarkirî de anîn.
Hişyariya parêzvanên mafên mirovan
Di daxuyaniyek berê de, Navenda Mafên Mirovan li Îranê hişyarî kir ku çarçoveya berfireh a van rêziknameyan dikare bandorê li azadiya derbirînê, herikîna agahdariyê û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl bike.
Xalên ku vê dawiyê hatine pejirandin, beşek ji pêvajoya yasadanînê ne ku niha li Parlamentoyê di rê de ye. Pejirandina wan nayê wê wateyê ku rêzikname ketiye meriyetê. Dema ku nîqaşên parlamentoyê bi dawî bibin, metna dawî ya pêşnûmeyasayê dê ji bo nirxandin û nerîna wê ji Encûmena Parêzvanan re bê şandin.