Yekitiya Jinên Sûdanê: Daxwaza Tirkiyeyê ya navbeynkariyê nîşaneya xeterê ye
Yekitiya Jinên Sûdanê bertek nîşanî daxwaza serokomarê AKP’ê Tayîp Erdogan a ji bo navbeynkariya di navbera Sûdan û BAE’yê de da û hişyarî kir û wiha hat gotin: “Ev hewldan nîşaneyek bi xeter a parçekirin û dabeşkirina Sûdanê ye.”
SALMA AL-RAŞÎD
Sûdan – Serokê Serfermandariya Sûdanê General Abdulfettah El- Burhan ragihand ku ji bo bidawîkirina şerê li welat daxwaza Tirkiyeyê ya navbeynkariyê qebûl kiriye.
Di roja 13’ê kanûnê de Serokkomarê AKP’ê Tayîp Erdogan, bi Abdulfettah El- Burhan re bi telefonê axivî û pêşniyar kir ku ji bo navbeykariya di navbera rêveberiya Sûdanê û Mîrektiyên Yekitiya Ereb (BAE) de bikeve dewrê. BAE bi alîkariya çekan a bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDG) ku bi artêşa Sûdanê ya bi ifîlî Sûdanê bi rêve dibe re şer dike tê sûcdarkirin. Pisporên serbixwe yên ku vê îdiayê piştrast dikin, diyar dikin ku dabînkirina çekan ji bo HDG’ê bi riya bidawîkirina şerê navxweyî li Sûdanê wê bibe gaveke jiyanî.
Xetera perçekirina Sûdanê
Yekitiya Jinên Sûdanê têkildarî hewldana navbeynkariya Tirkiyeyê di navbera Sûdan û BAE’yê de daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev hewldan, nîşaneya bi xeter a parçebûn û dabeşbûna Sûdanê ye. Pêşeroja Sûdanê di îrade û kêrhatiya civakê de veşartiye. Ji bo parastina ewlehiya gel û yekitiya welat, berpirsyariyek kolektîf e ku yekitiya kar a her kesê pêwîst e.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi hişmendiya kûr a ruhê têkoşînê, jinên Sûdanê, bûne stûnên bingehîn ji bo rawestandina şer, riya xwegihandina çareseriya adilane bidomînin. Em dixwazin aştiyeke berfireh, şoreş û projeya guherînê careke din were avakirin. Li dijî encamên parçekirina Sûdanê hişyarî didin û li dijî vê parçebûnê her cure hewldanan em red dikin. Yekitiya xaka Sûdanê û ji bo pêkanîna aramiyê di nava Sûdanê ji bo her kesê pêdiviya esas e. Em dixwazin hemû aliyên neteweyî û navneteweyî piştevaniya vê riyê bikin.”