Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê 3’emîn kongreya xwe li dar xist
Sêyemîn Kongreya Navneteweyî ya Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê ku di 18’ê Çileyê de dest pê kir, di roj xwe ya duyem de didome. Di Kongreyê de jinan rewşa heyî nîqaş kir û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinan.
HANAN HARAT
Mexrib – Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê ku girêdayî Sendîkaya Karakeran a Mexribê ye, 3’emîn Kongreya xwe ya navneteweyî bi dirûşma ‘Em jin bi hêza rêxistinbûna xwe ji bo rûmet, wekhevî û edaleta civakî guherînê ava dikin’, duh ango 18’ê Çileyê roja Şemiyê dest pê kir û îro di roja xwe ya duyem de didome. Her wiha di kongreye de ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan platformek hat lidarxistin.
Kongreyê bi stranên Merxibê yên Berberî dest pê kir û di kongreyê de zoriyên ku jinên Mexribê dikşînin hatin destgirtin, avakirina yekitiya jinan hat hedefkirin. Kongre di şertên hesas de ligel dengvedanên krîzên jeopoltîk ên Sûdan, Sûriye û Filistînê, krîzên aborî hat lidarxistin. Di roja yekem a kongreyê de pirsgirêkên aborî û civakî yên ku jinên Mexribê û bi taybetî jinên dixebitin dijîn, hatin nîqaşkirin.
Jinên beşdarî kongreye bûne, bang kirin ku ji bo şêwedayîna daxwazên wekhevî, bi taybetî der barê pirsgirêkên jinan de xebat û têkoşîn berdewam bikin. Beşdaran der barê zagonên têkildarî jinan de cudahî û bêedaletiya ku di pratîkê de berdewam dike de nîqaş kirin, hat diyarkirin ku ev rewş bi lênêrîna biçûkxistin û zihniyeta mêrsalarî ve girêdayî ye û pêşveçûna jinan asteng dike.
Di kongereyê de nîqaşên li ser mafên jinan
Di kongreyê de polîtîkayên hikumetê û bi taybetî zagonên ku mafan sînordar dikin hatin rexnekirin. Beşdaran dan zanîn ku ev weke hewldanek destkeftiyan tune dike nirxandin û dan zanîn ku pêwîstî bi diyalogek cidî ya mafên karker û jinan bi hêz dike heye. Her wiha di kongreyê de sendîkavanan, anîn ziman ku ji ber bilindbûna maliyeta jiyanê, daketina asta girtinê ya hemwelatiyan divê di sîstema bacê de reform were kirin, bac were zêdekirin û barê li ser milên jinan hatin nîqaşkirin.
Alîkara Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê Asma el-Emranî ku beşdarî kongreye bû diyar kir ku ev kongre platformek ji bo hesabê ji polîtîkayên hikumeta Mexribê ya li hemberî civakê bipirse ye. Da zanîn ku divê zagona malbatê li ber çavan were derbaskirin û bi awayekî adilane be û jin di qada aborî de bi hêz bin.
‘Ji bo mafên jinan têkoşîn pêwîst e’
Asma el-Emranî îşaret bi girîngiya avakirina torên sendîkayên jin ên herêmî, pirsgirêkên jinên li herêmên Ereb, tevî cudahiya erdnîgarî, mafên aborî û civakî, di cihên kar de di mijare têkoşîna li dijî tundiyê de rû bi rû ne kir û got: “Piştî bihara Ereban, di asta Ereb de di nava rêxistinên sendîkayan de hewldanên hevpar û di encama têkoşînê de tora sendîkaya Ereb hat avakirin. Armanca me, ji bo hemû jinên herêmê, pêkanîna edaletê ye. Ji bo tevgera sendîkaya karkeran, li cihê kar li dijî tundiyê lihevkirinen navneteweyî were derxistin, em xebatan didin meşandin. Ez bang li hikumeta Mexribê û parlamentoyê dikim ku peymana destûra 190’an a hejmar 2026’an erê bikin û tundî û tacîza li cihê kar li her cihê ku jin lê hene bandorek neyînî li pêşketinên aborî û civakî dike.”
‘Divê ji bo jinan gavên girîng werin avêtin’
Endama Yekitiya Jinên Pêşverû yên Mexribê Samîra er- Rais destnîşan kir ku tundî û tacîz, hewldanên ji bo pêşveçûna civakî û aborî asteng dike û erêkirina vê peymanê wê di parastina mafên jinên dixebitin de bibe gaveke girîng. Samîra Er Rais kongreyê weke ‘cejna têkoşînê’ bi nav kir û da zanîn ku ji komên pîşeyên cuda yên herêmên cuda yên Mexribê jin hatine ba hev û got: “Ji bo parastina mafên jinan û girîngîdayîna pêşniyaran amadekirina parastinek bi hêz girîng e. Pirsgirêkên jinan wê bi têkoşîna demokratîk a neteweyî, ji bo mafên jinan, wekhevî, azadî, rûmet, civak û edaletê, were çareserkirin û ev jî yek ji mijarên bingehîn e.”