Hawara çalakvanên Yemenî: Kiryarên Hûsiyan rawestînin

Çalakvanên Yemenî kiryarên Hûsiyan ên li ser şêniyên gundê Henkê El Mesûd şermezar kirin û ji civaka navnetewî xwestin ku van kiryar û sûcan rawestînin û jinan vegerînin gundên wan ên rastîn.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Hûsiyan li gundê Henkê El Mesûd a parêzgeha El Beydaa başûr-bakurê Senaayê, kiryarên hovane li ser şêniyên gund pêk anîn. Di encama van hovîtiyan de nêzî 400 sivîl dîl girtin, mal û milkên zêdetirî 20 sivîlan wêran kirin û dizîn. Çalakvanên Yemenî yên ji hemû pêkhateyên civakê ne, ev kiryar şermezar kirin.

Lûtkeya Femînîst derbarê kiryarên Hûsiyan ên li gundê Henkê El Mesûd de daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hûsiyan bi darê zorê jin û welatî ji mlên wan derxistine û kiryarên xwe li ser wan meşandine. Lûtkeya Femînîst destnîşan kir ku ji aliyê civak û rêxistinên navnetewî ve jî tu helwestek li hember van kiryaran nehatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl hat kirin ku li dijî van kiryaran xwedî sekin bin, bi taybetî rêxistinên femînîst û ragahandinê rolên xwe di belgekirina van kiryaran de bilîzin.

‘Mafên jinan û sivîlan diçewsînin’

Seroka Joud a Ewlekariya Mirovî Maha Awad kiryarên Hûsiyan şermezar kir û got: “Kiryar û sûcên ku Hûsî pêk tînin, gel û sivîlên di nav de jin û zarokan jî hene, hedef digirin. Li ser wan kiryarên hovane dimeşînin û mafê wan ên jiyanê diçewsînin.”

‘Divê ev kiryar bi lezgînî bên rawestandin’

Endama Bloka Femînîst a Wahaj Huda El Heydarî bang li civaka navnetewî kir ku kiryarên Hûsiyan ên li ser gelê sivîl bi lezgînî rawestînin û wiha got: “Sûc û kiryarên Hûsiyan ku li ser sivîlan pêk tînin û jinan ji malên wan bi darê zorê derdixin, kiryarek ku mafên mirovan hedef digire ye. Em bang li civaka navnetewî dikin ku mudexeleyî van kiryaran bikin û wan rawestînin. Her wiha divê jinan vegerînin gundên wan. Ji destpêka pevçûnan ve Hûsiyan kiryarên xwe yên hov, li ser miletê dimeşînin. Ji ber vê yekê divê bi lez rêxistinên navnetewî ji van kiryaran re bibin asteng.”

‘Ev kiryar wek sûcên şer tên hesibandin’

Çalakvana Hiqûqî Şeynaz El Akahlî kiryarên Hûsiyan wek sûcên şer pênase kir û wiha axivî: “Kiryarên ku Hûsî li ser gel dimeşînin û pêk tînin, wek sûcên şer tên hesibandin. Ev kiryar hemû peymanên navnetewî binpê dikin. Divê em li dijî van kiryaran xwedî helwest bin û van kiryaran bi dosyayekê belge bikin û piştre van dosyeyan di pêşerojê de radestî dadgeha cezaya navnetewî bikin. Tevî hebûna xeteriyan û gefên Hûsiyan jî, hin çalakvan li parêzgeha El Baydaa hewl didin van kiryaran bi belge bikin.”