Yek ji sembolên têkoşîna gelê Kurd Sebah Izedîn jiyana xwe ji dest da

Yek ji sembolên têkoşîna gelê Kurd Sebah Izedîn duh li bajarê Dêrikê ji ber kirîza dil wefat kir.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana pêşeng Sebah Izedîn duh di temenê 55 saliyê de li bajarê Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koça dawî kir. Sebah dayîka şeş zarokan (pênc keç û yek kur) bû.

Sabah Izedîn 15 salan li taxên Şamê, bi taybetî li taxên  Zorava û Ruknedîn, weke çalakvaneke jin ji bo doza gelê Kurd têkoşiya.

Sabah di sala 2001’an de dema ku li Şamê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikir ji aliyê rejîma berê ya Bais`ê ve hate girtin, 3 rojan di girtîgehê de rastî îşkenceya herî giran hat û bû sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Sebah dema li Şamê bû bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê xebatên dermankirina birîndarên şer dikir û beşdarî gelek çalakiyên şoreşgerî bû.

Dema şoreş dest pê kir tevî malbata xwe vegeriya bajarê Dêrikê û li wir têkoşîna xwe domand.