Pevçûnên Îsraîl û Îranê didome: 4 welat dê li Cenevreyê bicivin
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî dê îro li Cenevreya Swîsreyê bi wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya ku wekî E3 têne zanîn, re bicive.

Navenda Nûçeyan – Şerê Îsraîl û Îranê di roja xwe ya 8’emîn de berdewam dike. Her çend alî bi şev û sibehê êrîşên hevdu berdewam dikin jî, tê payîn ku îro hevdîtinên dîplomatîk ên krîtîk pêk werin.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî dê li Cenevreya paytexta Swîsreyê bi Wezîrên Derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya re bicive.
Îsraîl: Me li Tehranê tesîsên çêkirina mûşekan kir hedef
Artêşa Îsraîlê di saetên sibehê de ji gel re ragihand ku "dikarin ji stargehan derkevin." Artêşa Îsraîlê her wiha got: “Me êrîşên ku me bi şev li dijî Tehranê pêk anîn bi dawî kirine. Me gelek avahiyên pîşesaziyê yên têkildarî hilberîna mûşekan li Tehranê hedef girtin. Navenda Lêkolîn û Pêşvebirina Çekên Nukleerî jî di nav xalên ku me hedef girtin de bû."
3 leşker hatin kuştin
Ji aliyekî din ve, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat 3 leşkerên Muhafizên Şoreşê hatin kuştin. Li gorî medyaya Îranê, Îsraîlê di şevê de êrîşî parêzgehên Tehran, Geylan, Gulistan û Azerbaycana Rojhilat kir. Di saetên serê şevê de li rojhilatê Tehranê, ku pergala parastina hewayî lê hatibû aktîfkirin, 3 teqîn çêbûn. Di êrîşa li ser yekîneyeke leşkerî ya li herêma Bostan Abad a Azerbaycana Rojhilat de 3 leşkerên Muhafizên Şoreşê hatin kuştin.
Îran: Me baregeha hewayî ya Nevatim hedef girt
Îranê di êrîşa sibehê de bajarê Bîrşeba yê Îsraîlê li başûrê Îranê hedef girt. Di heman demê de, Baregeha Hewayî ya Nevatim ku yek ji navendên êrîşên li ser Îranê ye, jî rastî êrîşê hat.
Netanyahu gefa kuştina Xameneyî dixwe
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gefa kuştinê ya li ser rêberê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî dubare kir û got ku wî ferman daye artêşa Îsraîlê ku "kesek li Îranê parastî ye.”
Netanyahu yê ji kanala televîzyonê ya dewleta Îsraîlê KAN re axivî, dema ku daxuyaniyên Wezîrê Parastinê Yisrael Katz ên derbarê gefa kuştinê ya li dijî Xameneyî de jê aht pirsîn got, "Min talîmat da artêşê ku li Îranê tu kes ne xwedî parêzbendî ye. Pêdivî bi şirovekirina bêtir tune, bila bûyer biaxivin."
'Dibe ku lerzandina rejîma Îranê encamek be, lê ew ne armanca me ye'
Netanyahu îdiayên ku dibêjin Îsraîl armanc dike rejîma Îranê hilweşîne red kir. Netanyahu îdia kir ku ew bernameya nukleerî ya Îranê hedef digirin û got, "Îsraîl xwedî şiyana êrîşê li hemû tesîsên nukleerî yên li Îranê ye. Lerizîna rejîma Îranê dibe ku encamek be, lê ew ne armanca me ye. Ev biryarek e ku divê gelê Îranê bide."
'Amerîka di warê parastinê de piştgiriyê dide me'
Netanyahu diyar kir ku ew ji bo destwerdana leşkerî ya li dijî Îranê ji Amerîkayê erêkirinê hêvî nakin û bal kişand ser piştgiriya ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump dide Îsraîlê û got, "Ew di warê parastinê de bi awayekî têrker alîkariya me dikin. Pîlotên Amerîkî hene ku dron xistine xwarê. Wekî din, Amerîka bi pergala parastina mûşekên balîstîk ên THAAD jî piştgiriyê dide."
Gotûbêjên dîplomatîk
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî dê îro li Cenevreya Swîsreyê bi wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya ku wekî E3 têne zanîn, re bicive.
Wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya dê berî civîna hevbeş bi wezîrê derve yê Îranê re, li nûnertiya daîmî ya Almanya li Cenevreyê, bi dîplomatê bilind ê Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas re bicivin.
Hate diyarkirin ku rojeva sereke ya civîna ku dê were lidarxistin, vegera Îranê bo ser maseya danûstandinan e. Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy ku li ser vê mijarê li ser X daxuyaniyek da, got, "Niha dem hatiye ku em tedbîran bigirin da ku dawî li dîmenên tirsnak ên li Rojhilata Navîn bînin û pêşî li aloziyeke herêmî bigirin ku ne di berjewendiya kesî de ye."
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got ku armanca van hevdîtinan ew e ku Îran ji bernameyên xwe yên navokî û mûşekên balîstîk gaveke daîmî paşve bavêje.