Li Hesekê 5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan bi sporê dest pê kir

Di bin dirûşma “Ji bo Azadiyê dem dema pêşengiyê ye” Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kongra Star a bajarê Hesekê bi boneya salvegera 29’emîn a Zîlanê, 5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan li Hola Fûtbolê ya bajarê Hesekê dest pê kir.

Hesekê – Bi boneya salvegera 29’emîn a çalakiya Zîlanê, 5’emîn Festîvala Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) li Hola Fûtbolê ya bajarê Hesekê bi beşdarbûna sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin. Festîval dê du rojan berdewam bike, roja yekem bi sporê dest pê kir.

Di festîvalê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Ofîsa Jin a desteya ciwan û sporê Şeyma Elî tekez kir ku jinên ciwan şopdarên xeta Şehîd Zîlan in û wiha anî ziman “Şehîd Zîlan li hemberî dewleta Tirk a dagirker û komplogeran yekemîn çalakiya fedaî li dar xist. Bi vê çalakiyê hêzên desthilatdar ji hêz û îradeya jinên azad tirsiyan. Xeta Şehîd Zîlan didome, îro bi hezaran jin şopdarên wê ne û ji bo berdewamiya doza azadiy,ê jin li tevahî cîhanê di nava têkoşîn û berxwedanê de ne. Peyama Şehîd Zîlan ji dijmin re ew bû ku kes nikare destê xwe dirêjî Rêbertiya me bike. Em îro bi tekoşîn û berxwedana xwe wê peyamê zindî dikin û banga azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dikin.”

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê Bitûl Elî da zanîn ku Şehîd Zîlan bersiv da komplgeran, got ku jin xwedî îrade û hêz in û wiha got: “Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî komplogeran vala derxist û em jî weke jinên ciwan, em ê bi tekoşîn û berxwedana xwe bigihîjin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Festîval bi lîstikên sporê ji aliyê koma Mendîl, zarokên biçûk, qela , voleybol, tekwando ve roja xwe ya yekemîn bi dawî kir.