Di 24 saetan de li Xezayê 81 kes hatin kuştin
Di êrîşên hewayî yên di 24 saetean de li ser Xezayê çêbûn de herî kêm 81 Filistînî hatin kuştin, ji 400'î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de di nava 24 saetên dawî de 81 kes hatine kuştin, ji 400'î zêdetir kes jî birîndar bûne.
Wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber astengiyên li ser riyan, ambulans û tîmên parastina sivîl nikaribûne xwe bigihîjînin Filistîniyên rastî êrîşan hatine. Li gorî nûçeyên di medyayê de roja Şemiyê piştî nîvroyê di êrîşa li ser konên li nêzî Stadyûma Filistînê de 11 kesên ku di navbera wan de zarok jî hebûn hatine kuştin. Di êrîşên hewayî yên li herêmên Al-Mawasî û Tuffah de jî gelek mirov hatin kuştin. Bal hat kişandin ku gelek ji kesên birîndar bûne zarok û kesên sivîl in.
Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heta niha li ser Xezayê didomin de hejmara kesên hatin kuştin ji 56 hezarî derbas kir.