Xwepêşander sewqî navendên binçavkirinê yên nediyar tên kirin

Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku binçavkirina xwepêşanderên li Rojhilat û Îranê zêde dibe û xwepêşander sewqî navendên binçavkirinê yên nediyar tên kirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, Dolaram Kazemî ya li bajerê Gîlangerbê ya parêzgeha Kirmaşanê dijî û beriya çend rojan hatibû binçavkirin û berdan, duh di xwepêşandanê li bajer de carek din ji aliyê hêzên ewlehiyê ya Îranê ve hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyên herêmî, ragihandin ku binçavkirina xwepêşanderan zêde dibe û xwepêşander sewqî navendên binçavkirinê yên nediyar tên kirin.

Di hefteyên dawî de, bi zêdebûna xwepêşandanên li seranserê Îranê re gelek sivîl û çalakvan ên li herêmên Kurdistanê hatine binçavkirin. Rêxistinên mafên mirovan, gelek caran der barê girtinên keyfî, redkirina gihîştina parêzeran ji bo kesên hatine binçavkirin û bêagahî hîştina malbatan a tekildarî cihê zarokên xwe de hişyariyan didin.