Xwepêşandan û kombûnên xwendekaran di roja duyemîn de didome
Xwepêşandanên xwendekaran a li Zanîngehên Emîrkebîr, Tehran, Şerîf Teknîkî, Beheştî, Zanist û Huneran, Ferdosî, Xoce Nasîr û Ferdosî Meşhed ya bi dirûşmeya "Azadî, Azadî, Azadî", di roja duyemîn de didome.
Navenda Nûçeyan- Çalakiya xwendekarên zanîngehên cûrbecûr ên Îranê yên ji bo bibîranîna kesên ku di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane, di roja duyemîn de didome. Xwendekaran, bi lixwekirina cilên reş û qîrîna dirûşmeyên mîna "Em bi xwîna hevalên xwe sond dixwin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin", daxwaza edaletê kirin.
Zanîngehên Emîrkebîr, Tehran, Şerîf Teknîkî, Beheştî, Zanist û Huneran, Ferdosî, Xoce Nasîr û Ferdosî Meşhed, veguherîn qadên protestoyên xwendekaran ên bi dirûşmeyên mîna "Azadî, Azadî, Azadî" û "Divê xwendekarên girtî bên berdan.”
Hêzên ewlehiyê û milîsên Besîc mudaxeleyî xwepêşandanên li zanîngehan kirin. Li Zanîngehên Beheştî û Xoce Nasr pevçûn derketin. Xwepêşandan li ser banga rêxistinên xwendekaran hatin organîzekirin û ji bo xwepêşandanên rojên pêş jî bang hate kirin.