Artêşa Iraqê xwe ji Taxa Newroz ya li Kerkukê vekişand
Artêşa Iraqê, îro danê sihare taxa Newrozê ya Kurd lê dijîn, dorpêç kir û îşkence li niştecihên taxê kir. Waliyê Kerkûkê, serdana taxê kir û ragihand ku pirsgirêka têkildarî şêniyên taxa Newrozê çareser bûye û artêşa Iraqê xwe ji taxê vekişandiye.
Navenda Nûçeyan- Artêşa Iraqê, îro danê sihare taxa Newroz ya Kerkûkê ku şêniyên wê Kurdin, dorpêç kir û îşkence li çend kesan kir. Artêşa Iraqê, xwest bi darê zorê runiştvanên taxê ji malên wan derxe û dest deyne ser malên wan. Ji duh êvarî ve hêzên Iraqê dor li taxa Newroz girtibûn û bi armanca valakirina taxê zextên tûnd li ser runiştvanên taxê dikirin.
Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha ya serdana taxê kir, daxuyaniyek çapemeniyê da. Waliyê Kerkûkê Rêbwar Teha, wiha got: “Ev xanî mulkê dewletê ne û ne yê ti kesekî ne. Xelkê li vê derê piştî rûxina rejîma Baas hatine nava van xaniyan. Ev çend roj bûn çend efserek yên artêşê çûbûn malbatek ji xaniyên wan derxistibûn. Niha em hatine vêderê me hem ew malbat li xaniyê wê vegerand û xaniyên dinjî me wergirtine. Ji niha û şûnde hemû mulkê îdarî yê walitiya Kerkûkê ne û emê wek walîtî birêve bibin.”
Rêbwar Teha, da diyarkirin ku çareserî ewe ku wê artêş bi temamî ji vê deverê vekişe û nemîne. Wê xwediyên xaniyan herin nava xaniyên xwe de. Wê îdareya xaniyan li cem me be. Her efserek nêzîkatiyek kirêt kiribe wê lêpirsîn di gel de bê kirin.”
Hêjayî gotinê ye ji doh ve taxa Newroz a Kerkûkê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatibû dorpêçkirin. Leşkeran bi ser çend xaniyên Kurdan de girtibûn û bi zorê ew ji malên wan derxistibûn.