‘Xwedîderketina li koçberên Sûriyeyê erka mirovî ya Rêveberiya Xweser e’

Berdevka Şaneya Krîzê ya têkildarî karûbarên koçberên ku ji Lubnanê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin Gulistan Elî got ku Rêveberiya Xweser weke her car bi erka xwe ya mirovî radibe, hemû dezgehên wan di amadekariyê de ye.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Piştî şerê di navbera Îsraîl û Hizballahê ku li Başûrê Lubnanê qewimî, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara pêşwazîkirina koçberan da. Civînên awarte hatin lidarxistin, Şaneya Krîzê bi awayekî lezgîn hat avakirin û hemû dezgeh di hundirê şaneyê de ketin liv û tevgerê. Kampa Newrozê, Erîşe û Mehmûdlî ji bo bicihkirina koçberan hatin diyarkirin. Li kêleka wê 3 dêriyên sînorî yên ku Rêveberiya Xweser koçberan pêşwazî dike, hatibûn diyarkirin ew jî Tepqa, Minbic û paytext Şam bû.

Berdevka Şaneya Krîzê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin a têkildarî karûbarên koçberên ku ji Lubnanê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin, Gulistan Elî têkildarî mijarê axivî.

Senaryoya êşê dubare dibe careke din riya koçberiyê vedibe

Gulistan Elî got ku bi hezaran kesên ji Rojava û Sûriyeyê yên li Lubnanê dijîn hebûn gere xwedî li wan hatibûya derketin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê Lubnan di rewşeke xirab de ye. Di heman demê de bi sed hezaran kesên ji Sûriyeyê ku di nav wan de bi hezaran kesên ji Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hebûn koçber bûn. Bi taybetî jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin gelek kes koçber bûn, yek ji wan welatên ku koçber bûn, Lubnan bû. Di şerê ku Lubnanê qewimî de, careke din neçar man vegerin herêmê.”

‘Bersivdayîna bangawaziyên gel’

Gulistan Elî destnîşan kir ku wan bersiva bangawaziya gel dane û wiha berdewam kir: “Dema şer qewimî, bangawaziyên gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê ji bo Rêveberiya Xweser hebûn ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Lubnan tên. Bêguman ev ne cara yekem e ku Rêveberiya Xweser alîkariyên wiha pêşkêşî gelên Rojava û Sûriyeyê yên ku li derve bi cih bûne, dike û mînaka wê jî şerê li Sûdanê bû. Weke Rêveberiya Xweser em vê weke erka mirovî dibînin. Çawa me gelên xwe ji êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ’ê parastin û em hê diparêzin, em parastina yên ji derve jî hatine ji bo xwe erk dibînin.”

‘Hejmara koçberan zêde dibe’

Gulistan Elî tekez kir ku hemû dezgeh di amadekariyê de ne, diyar kir ku hejmara kesên ji Lubnanê hatine 19 hezar derbas kiriye û wiha derbirî: “Di Şaneya Krîzê de hemû saziyên xizmetguzarî, tenduristî û mirovî cih digrin. Jixwe Heyva Sor a Kurd a Rojava di nav amadekariyê de bû li pêşiya deriyên sînorî û klînkên gerok bi cih kiribû li wir. Mixabin gelek koçber rewşa wan a tenduristiyê xirab bû destwerdaneke lezgîn ji bo wan pêwîst dikir. Hejmara giştî ya koçberên ku derbasî herêma Rêveberiya Xweser bûne 19 hezar derbas kiriye. Di nav de nêzî 69 kes ji neteweya Lubnanî derbas bûne tevî 19 cenazeyên ku hatine.”

Nêzîkatiyên hikûmeta Şamê û komên çete

Gulistan Elî di nav axaftinên xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên hikûmeta Şamê û komên çete yên li herêmên dagirkirî li hemberî koçberan û wiha bi dawî kir: “Koçber bi zehmetî gihîştin herêmê ji ber nêzîkatiyên riyên kontrolê yên hikûmeta Şamê bi xwestina dayîna sed dolarî ji bo derbasbûnê. Hikûmeta Şamê li tu aliyan guhdar nake. Ji nav wan kesên ku derbas bûn, malbatên wan li herêmên opozîsyonê hebûn. Tevî her tiştî jî dîsa Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya mirovî rabû lê weke hat dîtin wan komên li herêmên dagirkirî derî li pêşiya koçberan girtin, bi rojan mirov li ser rê man. Hincetên cuda li ser sedemên girtina derî nîşan dan. Herî dawî tenê rewşên gelek giran pêşwazî kirin lê em dizanin ku siyaseteke wan a radîkal û berjewendiyên wan heye. Gelek kes ji wan rewşa wan a aborî nebaş bû. Rêveberiya Xweser alîkarî ji bo wan pêşkêş kir. Bi her awayî em hewl didin alîkariya madî û derûnî pêşkêş bikin.”