‘Werin di bin sîwana yekitiya jinên Sûriyeyê de xwe rêxistin bikin’

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman got ku şoreşa jinê û avakirina wê di ronahiya Jineolojiyê de pêş ket û bang li jinên Sûriyeyê kir ku di bin sîwana yekîtiya jinan de xwe bi rêxistin bikin.

NUCAN ARAS

Hesekê – Jinên cîhanê xwedî li Jineolojî derdikevin ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wek zanista jinê pênase kir. Jineolojî bi lidarxistina atolye, panel û konferansên ku jinên Kurd jê re pêşengiyê dikin, ket rojevê.  Jin bi rêya Jineolojiyê dîrok û rastiya jinê ronî dikin, pirsgirêkên rojane nîqaş dikin û çareseriyê pêş dixin.

Herî dawî di dîroka 25-26’ê Îlonê de Akademiya Jineolojiyê dibin dirûşmeya “Zanatiya Jinan bi Jineolojiyê Nûjen Dibe” Konferansa xwe ya 2’emîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lidarxist. 300 delege tevlî konferansê bûn. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Leyla Qehreman a ku tevlî konferansê bû got ku ev konferans coş û hêvî daye hemû jinan û destnîşan kir ku ev konferans di înşakirina şoreşa jinê de gelek girîng e.

‘Jineolojî ji bo hemû pirsgirêkên civakî xwedî bingeheke xurt e’

Leyla Qehreman da zanîn ku Jineolojiyê bi felsefeya 'Jin, Jiyan Azadî' têkoşînê bilind kiriye û da zanîn ku bala jinên cîhanê kişandiye ser xwe. Leyla Qehreman her wiha diyar kir ku Jineolojiyê îlham daye jinên cîhanê û axaftina xwe wiha domand:

“2’emîn Konferansa Akademiya Jîneojî, girîngiyek  xwe ya dîrokî heye. Dema ku şer zêde dibe, qetlîamên jinan û alozî civakê felc dike. Em ji nêz ve dibînin ku pergala mêr a serdest xitimiye û nikare çareseriya pirsgirêkên heyî peyda bike. Sîstema heyî bi hilberandina qirêjiya agahdarî û berovajîkirina zanistê, agahiyê çewt kiriye û hawîrdora krîz û kaosê diafirîne. Di şexsê jinê de dixwaze civakê kole bike. Li ser vê bingehê Jîneolojî proje û xebatên xwe yên ku jin û civakê ronî dike û dîroka agahî û zanista jinê ronî dike didomîne. Jineolojî reng, ziman û hişmendiya hebûna jinê diafirîne, xweparastina jinê pêş dixe û ewle dike. Li ser vê bingehê Jineolojî ji bo hemû pirsgirêkên civakî xwedî bingeheke xurt e ku dikare perspektîfek alternatîf biafirîne. Mîrateya birdozî ya tevgera jin a azad a 40 sal berê xwe dide der.”

Zanista watedarkirina jiyanê

Leyla Qehreman destnîşan kir ku Şoreşa Jinan a Rojava ji bo pêşxistina Jineolojiyê girîng e û wiha gotinên xwe domand: “Pêşketina Jineolojiyê tê wateya destkeftî û serkeftina civakan. Yek ji erkên sereke yên Jineolojiyê jî ew e ku perspektîfa hevjiyana azad a ku wekheviya exlaqî û polîtîk a demokratîk û yekîtiya demokratîk a jin û mêr pêk tîne, pêşkêşî civakê bike. Jineolojî wekî zanista watedarkirina jiyanê derdikeve pêşberî me. Jineolojî ji bo hemû jinan û mirovahiyê okyanûsek e, ronahiya hêviyê ye û li dijî hemû hêzên desthilatdar, zihniyetên neteweperest û zayendperest ên ku jiyanê bê wate dikin, weke alternatîf îdiaya xwe derdixe pêş. Jineolojî xwe dispêre felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” di vê bingehê de ji pirsgirêkên pergalî yên ku bûne girêk re dibe bersiv. Şoreşa jinê ya Rojava xwe weke parçeyek Jineoljiyê dibîne û ji pêşketina wê xwe berpirsyar dibîne. Civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk ku bingeha civaka ku şoreşa jinê tê de pêş dikeve, qada Jineolojiyê jî dihewîne.”

‘Tekoşîna jinan di qada civakî de xwe parastina xwe xurtir dike’

Leyla Qehreman anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin û wiha pê de çû: “Nebûna jinê di siyasetê de dibe sedema pirsgirêkên cidî. Jineolojî ji jinan re dibe alîkar ku hafizeya ku civak winda kiriye bibîne û bi sîysetê re ji nû ve were girêdan. Divê hemû jin giringiyê bidin zanîn, siyaset û zanistê û pêş bikevin û zêdetir eleqedar bibin. Divê bê bihîstin û tekoşîna xwe di hemû qadên civakî de bimeşînin. Têkoşîna jinan di qadên civakî de hilberîna wê tê wateya xurtkirina xweparastina wê. Li ser vê bingehê encax dikarin nirxên şoreşgerî yên derketine holê, biparêzin. Her jinek ku di Şoreşa Rojava de cih digre, ji pêşketina şoreşê berpirsyar e. Jineolojiyê hişmendiya jinan a li ser welatê xwe, heskirina wan, dilsoziya ji bo xaka xwe û nêrîna wan a jiyanê bi awayek radîkal guhertiye."

‘Pergal ji rêxistinbûyîna jinan ditirse’

Leyla Qehreman got: “Weke Meclîsa Sûriye ya Demokratîk me di der barê xebatên jinan de proje  û çalakî pêk anîn. Em di xebatên xwe de ji Jineolojiyê piştgiriyek girîng distînin. Îmtîhan û lêkolînên Jineolojiyê zanin û ezmûnek dewlemend pêşkêşî jinan dike.  Jin raste rast di bin bandora şer, krîz û êrişên Sûriyeyê de ne. Di civakê de  di vê astê  de krîz tên jiyîn yek ji wan sedeman jî ew e ku jin di tu warî de ne xwedî rol û misyon e. Di qada siyasetê de polîtîkayên kolekirina jinan bi awayên herî zirav dimeşe. Erka me di vî warî de ew e ku em jinan birêxistin  bikin.”

Leyla Qehreman wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Banga me ji hemû jinên li Sûriyeyê dijîn re ew e ku bi hemû hest û ramanên xwe tevlî Yekitîya Jinên Sûryeyê bibin. Werin em di bin sîwana xwe de rêxistina xwe ava bikin. Bi rêxistinkirin û hilberandina çareseriyên aştiyane û ji bo hemû pirsgirêkan werin werin em bi hemû tevgerên şoreşger ên jinên cihanê re bibin minak û çavkanîya îlhamê. Yek ji aramncên sereke ya Jineolojiyê pêkanîna vîna azad û birêxistinbûna jinan e. Em dibinin ku şer bi aqilê meran tê kirin. Hilweşandina vê pergala serdest tenê bi têkoşînê pêkan e, bi rêxistinbûyînê dibe. Pergal ji rêxistinbûyîna jinê ditirse, ji ber vê yekê divê em pêşketina fikrên li derdora jinan û birêxistinbûna jinan mayinde bikin. Ev jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê pir girîng e. Rêxistinbûna yekîtiya jinên Sûriyeyê, dê bibe sedem ku di warê jiyana azad û hemu pirsgirêkên li Sûriyeyê tê jiyîn de çareseriyekêk demokratîk bê pêşxistin.”