Xizmên windayan li aqûbeta windayên xwe pirsîn
Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” careke din kom bûn.
Amed – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û malbatên windayan, di 835’emîn hefteya çalakiya xwe de, li navçeya Rezanê li pêşiya Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Vê hefteyê, aqûbeta Mehmet Tekdag hat pirsîn ku di 12’ê Sibata 1993’an de li navçeya Rezan a Amedê hat windakirin.
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz der barê qetilkirina Tekdag de ev tişt anîn ziman: "Mehmet Tekdag zewicandîbû û bavê 4 zarokan bû. Endamê Lijneya Dîsîplînê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê bû. Di 2'yê Sibata 1993'yan de saet di 14.15'an de dema ku diçe pastexaneya xwe ya li xaçerêya Rezanê ji aliyê kesekî nediyar ve tê gulebarankirin. Di encama vê êrişê de Mehmet Tekdag bi giranî birîndar dibe. Polîsên bi kincên fermî, welatiyekî ku dema bûyerê direve didin sekinandin. Ew kes bi israr êrişkar nîşan dide. Polîs jî dibêjin, 'temam, em ê hel bikin, lê hûn cenaze rakin.' Polîs welatiyê ku êrişkar dişopîne li mînîbusê siwar dikin û jê dipirsin, 'Te êrişkar dît an na, tu wî nas dikî yan na?'
Tevî ku Mehmet Tekdag ê birîndar ji aliyê welatiyên din ên li cihê bûyerê ve sewqî nexweşxaneyê hat êkirin jî bijîşk mudaxile nekirin. Piştî êrişê bi 4 saetan bijîşkek ji bo mudaxileyê tê, lê ew jî kêmasiya amûran wekî sedem nîşan dide û dibêje 'An wî bibin Stenbolê an jî Enqereyê' û mudaxile nake. Piştî vê malbat ji bo Mehmet Tekdag bibe Stenbol an jî Enqereyê dikeve nava hin hewldanan. Lê Waliyê Herêma Rewşa Awarte Unsal Erkan dibêje êvar e û ewlehî tüne ye û nahêle Balafirgeha Amedê bê vekirin. A din a rojê, Tekdagê birîndar bi hinceta kar û barên nexweşxaneyê li balafirgeha ewil nayê siwarkirin. Heya balafirgeha duyan tê Mehmet tekdag li balafirgehê jiyana we ji dest dide. Piştî bûyerê malbata Tekdag di warê hiqûqî de dest bi têkoşînê dike, lê tu tişt nayê kirin. Cinayeta Mehmet Tekdag wekî kiryar nediyar dimîne."
Dauxyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.