Li Sûdanê sivîl tên kuştin
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li Sûdanê ji ber pevçûnên di navbera herdu aliyan de sivîl dibin hedef û her diçe hejmara miriyan zêdetir dibe.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250208-20250208-thumbs-b-c-820656026aefbb0add8f9d368956ef9e-jpg3ee767-image-jpg7f8232-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Tevî bangên navneteweyî û daxwazên rawestandinê jî pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didomin. Herêmên cuda yên herêmê tên bombekirin, mirovên sivîl tên qetilkirin û her roja ku diçe, binesaziya welat zêdetir zirar dibîne. Neteweyên Yekbûyî di 7’ê Sibatê de daxuyaniyek da û ragihand ku li Sûdanê her diçe hejmara sivîlên tên qetilkirin zêdetir dibe. NY’yê her du aliyên şer, ji ber neparastina sivîlan sûcdar kir.
Herî kêm 275 sivîl hatine qetilkirin
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ragihand ku li gor belgeyên gihîştine ber destê wan, di navbera rojên 31’ê Çileyê û 5’ê Sibatê de li Hartûm, Bakur û Başûrê Darfûrê û Bakur û Başûrê Kordofanê ji ber guleyên topê, êrîşên hewayî û êrîşên balafirên bê mirov herî kêm 275 sivîl hatine qetilkirin.
14 milyon kesan koç kirine
Berdevkê OHCHR’ê destnîşan kir ku zêdebûna hejmara mirina sivîlan, ji ber êrîşên herdu aliyan e. Berdevk diyar kir ku ji ber vê yekê xeter zêde dibe û banga rawestandina êrîşên ku cudahiyê nake navbera sivîlan, kir.
Li Sûdanê ji 15’ê Nîsan 2023’yan ve şerê ku dest pê kiriye bûye sedema mirina ji 20 hezarî zêdetir sivîlan. Binesazî têk çûye û li nav welat û derveyî welat 14 milyon kesan koç kirine.