Xizmên Windayan bi daxwaza edaletê hatin ba hev
Di çalakiyên ku malbatên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) organîze kirin de daxwaza edaletê careke din hat destnîşankirin û hat xwestin ku dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê ya dewletê bi dawî bibe.

Amed – Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 854'emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li Parka Koşûyolû li dar xistin. Gelek xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.
Ewilî Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna 30 salan a Dayikên Şemiyê ya ji bo aqûbeta windayan û edaletê. Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û got: “Ji bo ku winda bên dîtin û faîl bên darizandin divê qey çend sal derbas bibin? Divê dewlet lêborînê ji malbatên windayan bixwaze.”
Dû re jî ji Mirovên Şemiyê Îkbal Eren a xwişka winda Hayrettîn Eren axivî û diyar kir ku wê silavên Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ji çalakiya Koşûyolûyê re aniye û got: “Rêya aştî û demokrasiyê di Qada Galatasarayê û Parka Koşûyolûyê re derbas dibe.”
Paşê jî rêveberê ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya Serhat Kazak ê di Hezîrana 1992'yan de hê 13 salî bû li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, xwend. Akdenîz anî ziman ku ji roja Serhat Kazak hatiye kuştin ve dosyeya wî wek faîl nediyar hatiye hiştin û xwest faîl bên darizandin. Akdenîz destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.