Îsraîl 450 Filistiniyên çûbûn alîkarî bigrin qetil kir

Di êrîşên Îsraîlê li dijî navendên belavkirina alîkariya mirovî li Xeza de, ji 27’ê Gulanê heta niha 450 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 3 hezar û 466 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Medyayê ya Hikumeta li Xeza, têkildarî hejmara Filistîniyên ku ji 27- Gulanê heta 21’ê Hezîranê li navendên alîkariyê ku li beşa navend ya başûrê Xeza de jiyana xwe ji dest dane de agahî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heta niha di êrîşên artêşa Îsraîlê li dijî navendên alîkariyê de 450 Filistînî hatin qetilkirin, 3 hezar û 466 kes jî birîndar bûne, 39 kes hê winda ne.