3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd: Em ê yekîtiya xwe pêkbînin

Siyasetmedara Kurd Muazez Orahan ku beşdarî 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd bûye got: “Me jinên Kurd çawa ku di her qadê de pêşengtî kiriye, di yekîtiya netewî de jî em ê erka xwe bicih bînin û yekîtiya xwe pêkbînin.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Jinên Kurd ji bo Yekîtiya Netewî û Civaka Demokratîk lez dane xebatên xwe. Piştî Konferansa Parlementerên Jinên Kurd di 18’ê Gulanê de ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li Amedê hat lidarxistin û du rojan berdewam kir, vê carê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd bi dirûşmeya ‘Bi yekitiya jinên kurd, ber bi yekitiya neteweyî ye’ 3’yemîn Konferansa Platforma Jinên Kurd ku dê du rojan bidome di (21-22’ê Hezîranê) de li dar dixe.

Konferansa ku li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) hatî li darxistin, ji Kurdistan û Tirkiye gelek kes beşdar bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên netewî beşdar bûn.

Konferans di roja duyemîn de didome û jinan bal kişand ser girîngiya konferansê. Di konferansê de behsa rola jinan di avakirina yekîtiya netewî û avakirina civaka demokratîk û di pêvajoyên aştiyê de hate kirin. 

Siyasetmedara Kurd Muazez Orhan ku beşdarî konferansê bûyî, îşret bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kirî kir û diyarkir ku li gel bangê ketine pêvajoyek dîrokî.

‘Pêwîstî bi aştiyek bi rumet a civakê heye’

Muazez Orhan got: “Banga birêz Abdullah Ocalan, ji bo me xwedî girîngiya dîrokî û jiyanê ye.” îfadekir ku herî zêde di şeran de bedelên herî mezin jin didin.

Muazez Orhan da zanîn ku pêwîstî bi aştiyek rumet a civakê heye û ev aştî jî di banga Abdullah Ocaland de veşartiye û got: “Rojhilata Navîn vegeriyaye qadekî şer. Ji ber Rojhilata Navîn ji nûve tê dîzaynkirin. Hêzên emperyal ên kapîtalîst, li gorî daxwaza xwe Rojhilata Navîn dîzayn dikin. Li vê derê ziyana herî mezin gel dibîne û di nava gel de ziyana herî mezin cardin jin dibînin. Ji bo me jinan ji ber vê yekê aştî ewqas girîng e.”

‘Yê pêşî li şer bigrin disa jin in’

Muazez Orhan anî ziman ku şerê tê jiyîn şerê modernîteya kapîtalîste û got: “Li hemberî şeran, ger modernîteya demokratîk jiyanî bibe, wê şer û krîz bi dawî bibin. Ji bo vê jî pêwîstî bi aştiya di navbera gelan de heye. Avakirina civaka demokratîk dê aştiyê bîne. Hemû pirsgirêk avakirina jiyana hevpar a di çarçoveya rêgeza civaka demokratîk deye. Hêzên emperyalîst ku dinyayê rêve dibe, netew-dewlet di çarçoveya berjewendiyên xwe de nêzî pirsgirêkê dibin. Di bingehê vî şerî de mafê mirovan tune, jin tunene, zarok tunene. Bi temamî şerê desthilatê ye. Yên ku pêşî li van şeran bigrin cardin jin in. Ji ber vê di van pêvajoyên aştiyê de, di avakirina civaka demokratîk de, mîsyona jinê xwedî girîngiyek mezin e.”   

‘Divê jiyanek di çarçoveya azadiya jinê de, bikeve meriyetê’

Muazez Orhan got ku şer hilweşînere û îşaret bi şerê Îran-Îsraîlê kir û wiha domand: “Ev şer, parçeyek ji geşedanên di dîzayna Rojhilata Navîn de ye. Niha Îran, belkî piştî wê di rêzê de Tirkiye be. Ev ne tesbîtek nû ye, bi salane di vî alî de pêşbînî hebûn. Dîzayna Rojhilata Navîn hatiye rewşa qonaxa dawî. Dikere pêşiya tiştên bê jiyîn bê girtin, erê dikare. Ji bo vê jî perspektîfa ku em jêre dibêjin rêya sêyem, gel bi hevpar, li gel hev, wekhev di nava aştiyê de jiyankirin divê bikeve meriyetê. Li dijî yekperestiyê, nêzîkatiyên piranî, jiyanek komînal, jiyanek wekhev bi taybet divê jiyanek di çarçoveya azadiya jinê de bikeve meriyetê.”  

‘Dewlet hê gavên şênber ne avêtiye’

Muazez Orhan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Riya 3’yemîn alternatîfeke. Bes ku gel divê ji vê rêyê bawerbikin û gav biavêjin. Îro li Tirkiyeyê pêvajoyek dimeşe heye, hê nav li vê pêvajoyê nehatiye kirin. Birêz Ocalan bangek kir. Ev bang bersivê jî dît. Hê li Tirkiyeyê desthilat û dewlet rastî vê bangê tê, wê li ber jiyana gel ya bi hevre veke, hê gavên ku rê li ber aştî û civaka demokratîk veke nehatine avêtin. Helbet gavên ku divê dewlet biavêje gelek girînge. Ji ber gel ji wan bawer nakin. Berê jî hinek pêvajo hatin jiyîn û bi şer bi dawî bûn. Lê belê divê ev firsenda dîrokî ne reve. Ji ber şerê Îranê destpê kir. Ev şer dibe weke şerê ku li Sûriyeyê bi dehan salan bidome be. Belê ev şer bi kê da qezenckirin?  Li Sûriyeyê windahiyek mezin ava bû. Li wê derê di serî de jin, gel êşên mezin jiyan kirin, îro di şerê Îsraîl-Îranê de dibe ku heman tişt bên jiyîn.”

‘Divê gavên zagonî, hiqûqî û siyasî bên avêtin’

Muazez Orhan destnîşan kir ku şer tê wateya ku sûcên li dijî jinan zêde bibe û wiha got: “Divê demildest  gav bên avêtin. Divê gavên ku gel qebul dike, hebe, wan têrbike, zagonî, hiqûqî û siyasî bên avêtin.”

Muazez Orhan bang li civaka Tirkiye kir û anî ziman ku divê gel ji şer re bêje bisekine. Muazez Orhan da zanîn ku divê meclîs erkê xwe bicih bine û wiha got: “Divê hemû alî berpirsyartî bigrin û meclîs ji bo avêtina gavên hiqûqî û siyasî rol bilîze.”

‘Em pêşengtiya pêvajoyan dikin’

Herî dawî Muazez Orhan got ku 3’yemîn Konferansa Paltaforma Jinên Kurd ji bo xebatên yekîtiya netewî ya Kurdan gelek girînge û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek jinên Kurd, îro em konferansa xwe ya yekîtiya netewî li dardixin. Jin pêşengên jiyanê ne, xuliqkarin, hebûnî ne. Ji ber vê em pêşengtiya van pêvajoyan dikin. Avakirina yekîtiya netewî ya Kurdan dîrokî ye. Ji ber beriya 100 salan Kurd hatin parçekirin, rastî kedxwariyê hatin. Em jinên Kurd çawa ku em di her qadê de pêeşngtî dikin, di yekîtiya netewî de emê erkê pêşengtiyê bichî bînin, yekîtiya xwe pêkbînin. Di destpêkê de gelê Kurd, Tirkiye û gelê Rojhilata Navîn di qadek demokratîk de rêya em jêre dibêjin rêya sêyemîn di pergaal konfederal de bi hevre jiyanê em ê ava bikin.”