Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran pirsîn

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 866'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê ku di 12'ê Îlona 1995'an de hate revandin, pirsîn.

Amed – Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 866'emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin û aqûbeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê ku di 12'ê Îlona 1995'an de li mala xwe ya Rezan a Amedê di aliyê kesên xwe wek polîs da nasîn de bi lêdanî hat revandin û 29 sal in agahî jê nayê girtin, hate pirsîn.

Çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran ji aliyê endama Rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) Berfîn Elçî ve hat xwendin.

Çalakî piştî deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.