Xizmên Windakiriyan di hefteya 820’an de aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windakiriyan û IHD’ê di hefteya 820’an de xwestin kujerê komkujiya Licêya Amedê bên darizandin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Malbatên Winkiriyan di hefteya 820’emîn a çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de careke din li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê hatin bahev. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên li bajêr tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin li ser hate vekirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.

 Di çalakiya vê hefteyê de hate pirsîn ku çima faîlên Tutiye Talan (66), Tahîr Koza (70), Zana Mercan (16), Sûna Canturk (4), Dilbirîn Canturk (2,5), Huseyîn Canturk (13), Alî Canpolat (25), Huseyîn Boga (34), Salîh Boga (29), M. Rezzak Yildirim (65), Abdûllah Îzgî (40), Mehmet Kaya (25), Mûstafa Çakir (40), Zana Çakir (18), Halîl Dag (70), Îmam Mehdîn Guler (47), Nûrettîn Soyer ên di navbera dîrokên 22-26’ê cotmeha 1993’yan de li Licê hatin qetilkirin nayên cezakirin.

 Yek ji şahidê komkujiya Licê Şîar Kaymaz anî ziman ku çi dibe bila bibe divê komkujiya Licê neyê jibîrkirin û destnîşan kir ku divê faîlên vê komkujiyê demildest bên darizandin. Kaymaz, wiha domand: “Bifikirin ku mirov tên qetilkirin û faîl li holê nîne. Heke li vî welatî çareseriyek çêbibe divê ewilî ev komkujî were nîqaşkirin û çareserkirin.”

 Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Alî Îhsan Demîrtaş çîroka kesên di Komkujiya Licê de jiyana xwe ji dest dane xwend. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.