Li pêşiya avahiya NY çalakî: Êrişan rawestînin

Yekîtiya Rêxistina Civaka sivîl ya Bakur û Rojilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk yên ku li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin şermezar kirin û banga rawestandina êrişan kir.

Qamişlo – Êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Yekîtiya Rêxistina CivakS sivîl li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Daxuyaniya çapemeniyê bi tevlîbûna hemû Rêxistinên Civaka Sivîl, çalakvan û Rojnamevana li pêşiya nûnertiya Netewên Yekbûyî (NY) hate dayîn.  Daxuyaniya ji aliyê  Endama Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim ve hate xwendin.

 Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Ev êrişên dewleta Tirk ku top, hawan û balafirên bê mirov bikar anîn, gundên ewledar û gelek navendên xizmetguzariyê yên girîng kirin hedef. Wek santrala hilberîna ceyranê û gazê li Suweydiyê, santrala kehrebê li Amûdê, siloyên genim li Qamişlo, klînîka bizîjkî li Qamişlo, santrala kehrebê li Qamişloyê, Kargeha oksîjenê, fabrîqeya penîr û şîr ya Zozanê li Dêrikê, firina otomatîk li Dêrik û Amûdê û îstasyonên petrolê yên li Tirbêsî, Rimêlan û kocaret û binesaziyên din jî, çend xalên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin hedefgirtin.

17 kes hatin qetilkirin

Di encama van êrişan de 17 kes hatin qetilkirin, di nav wan de 2 zarok, û 51 kes jî birîndar bûn. Êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî xala 8 ya zagona Roma ya Dadgeha Cezayê ya Navdewletî sûcê şer e.

Rêxistinên Sûriyê yên ku vê daxuyaniyê îmze dikin bi tundî tundiya artêşa Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û daxwaz dikin ku demildest êrişên li ser sivîlan, binesazî û navendên jiyanî bên rawestandin û rêz li qanûnên mirovî yên navdewletî were girtin. Dewleta Tirk li gorî bendên qanûnên tawanên navneteweyî sûcê şer dike.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navnetewî hat kirin û ev daxwazan birêz kirin:

“*Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya Yekîtiya Ewropî: Ji bo parastina sivîlan û mafên wan ên bingehîn li bakur û rojhilatê Sûriyê demildest tedbîran bigirin û zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku pêbendî zagonên mirovî yên navdewletî bibe.

 *Hevbendiya Navdewletî / Dewletên Yekgirtî yên Amerîka: Destwerdana bilez ji bo rawestandina êrişên Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê û esman ji balefiran bigrin

* Komisyona Lêpirsînê ya Navdewletî ya Serbixwe û Mekanîzma Navdewletî, Bêalî û Serbixwe ya Netewên Yekgirtî: Tundkirina operasiyonan ji bo komkirina belgeyan li ser binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ku ji aliyê hemû aliyên şer ve li dijî sivîlan hatine kirin  û tiştên sivîl li seranserî Sûriyê, di nav de binpêkirinên Tirkiyê yên dubare li bakur û rojhilatê Sûriyê, û derxistina raporteke taybet derbarê armanckirina bînesaziyan di sala 2024’an de, û bandorên wê li ser xelkê sivîl.

*Yekîneyên tawanên şer li welatên ku zagonên wan destûrê dide dadgehkirinê li gorî prensîba dadweriya gerdûnî: Berfirehkirina vekolînên pêkhatî derbarê tawanên navdewletî li Sûriyê, ji bo ku wan tawanên li tevahiya herêmên bakurê Sûriyê diqewimin bigire nav xwe Ji aliyê hemû aliyên şer ve, em tekezî li ser wê yekê dikin ku demildest van êrişan rawestînin û ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li herêmê kar bikin."