Xebatkara alîkariya mirovî ev nêzî salek e li Yemenê girtî ye

Binpêkirina li hember xebatkarên alîkariya mirovî li Yemenê jî her ku diçe zêde dibe. Doza Sara el-Faîk a ku bûye sembola êşên girtiyên ku li Yemenê bi kêfî tên girtin, ev nêzî salek e bêyî darizandin girtî ye.

Yemen – Doza Sara el-Faîk, yek ji bûyerên herî balkêş ên li Yemenê têkildarî girtina xebatkarên alîkariya mirovî ye. Digel bangên saziyên navnetewî, ew û girtiyên din nehatine berdan. Rêxistinên mafê mirovan diyar dikin ku ev rewş li pêşiya xebatên alîkariyê û xwegihandina mexdûran dibe asteng. 

Hûsiyan beriya salekê xebatkara alîkariya mirovî Sera el-Faîk revand û li Sanayê qewlek hindik da ku hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Malbatê da zanîn ku destûr nehatiye dayîn ku bi hevjîn û zarokên xwe re biaxive. Piştî vê serdanê, Sara cardin birin girtîgehê. Rêxistinên mafan ev gav weke pêkanînên bi zorê yên Hûsiyan li beramberî xebatkarên alîkariya mirovî nirxandin.

Destek dida jin û zarokên mexdûrên şer in

Li gorî agahiyên ji rêxistinên mafan hatine bi destxistin, Sara ya 36 salî, dîrektoriya avakirina Koalîsyona Aştiya Sivîl dikir. Beriya were girtin bi projeyên desteka mirovî ji bo jinan û zarokên mexdûrên şer ji nû ve bi civakê bidin qezenckirin, li gel rêxistinên xwecihî û navnetewî di nava hevkariyê de bû. 

Li gorî çavkaniyan, Sara di Hezîrana 2024’an de di dema operasyona berfireh a Hûsiyan a li dijî xebatkarên alîkariya mirovî de hat girtin. Di vê pêvajoyê de bi dehan xebatkar bi awayek kêfî hatin binçavkirin, hevdîtina wan a bi malbat û parêzeran re hat qedexekirin. Rêxistinên mafên mirovan ev mîna bûyerên windakirina bi darê zorê pênase kirin. 

Li gorî agahiyên malbatê dayîka Sara, piştî ku Sara hatiye girtin, ji ber êşa nezanîna aqûbeta keça xwe, jiyana xwe ji dest daye. Ev jî bandorên polîtîkayên hişk yên ku Hûsiyan li ser malbatan ava kirine radixe ber çavan.

Di rapora NY de hat diyarkirin ku girtina Sara el-Faîk û havalên wê yên xebatê, wek parçeyek pêkanînên bi darê zorê û sûcên cemidandina hesabên bankayê, tacîzên îdarî û sîxorî ye. Netewên Yekbûyî, destnîşan kir ku ev pêkanîn qada alîkariya mirovî lewaz kiriye û xwegihandina desteka ji bo nêzî 19,6 milyon kesên pêwîstî bi alîkariyê hene, asteng kiriye.

Êşa xebatkarên alîkariya mirovî yên girtî didome

Bi boneya 19’ê Tebaxê Roja Alîkariya Mirovî ya Dinyayê, çavkaniyên NY’yê ragihandin ku Hûsiyan soz daye ku dê 16 erkdarên di ajansên NY’yê de dixebitin berdin, lê belê heta niha vê soza xwe bicîh neanîne. Di vê navberê de li girtîgehên Hûsiyan êşa gelek xebatkarên alîkariya mirovî didome.

Li gorî raporên NY, tenê ji destpêka îsal ve li dijî xebatkarên alîkariya mirovî 17 bûyerên tund hatine qeydkirin. Ev jî nîşan dide ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de xebatkarên alîkariya mirovî her roj di bin xeteriyek mezin de ne.