Xalek şikestinê ji bo ewlekariya cîhanî: Kampa Holê bê kontrol ma
Bi vekişîna QSD'ê ya ji Kampa Holê re, herêma ku bi deh hezaran endamên DAIŞê lê ne, bê kontrol ma. Bêxemiya civaka navneteweyî xetera li vê navenda ku îdeolojiya DAIŞ'ê lê tê hilberandin, zêdetir kiriye. Êdî dem ji bo tevahî cîhanê krîtîk e.
SARYA DENÎZ
Navenda Nûçeyan- Kampa Holê bi salan e wekî navendeke tarîtiyê ku ewlehiya cîhanî tehdît dike tê binavkirin. Ev kamp, li ber çavên cîhanê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê mezin bû, di hawîrdorek xeternak a bi îdeolojiya DAIŞ’ê dîsa û dîsa, tevî hemû hewldanan, di nav bêhêvîtiyê, valahiyek ewlehiyê û bêxemiya navneteweyî de, berdewam kir. Hol ne tenê kampeke penaberan bû; ew bombeyeke bêdeng bû ku gef li herêmê û wêdetir dixwar, ku nifşên radîkal ên pêşerojê lê dihatin teşekirin û pîma vê bombeyê hatiye kişandin.
Nivîsgeha Çapemeniyê ya QSD'ê vekişîna xwe ji kampa Holê, ku endamên DAIŞê lê diman, bi van gotinan ragihand: “Ji ber bêxemiya civaka navneteweyî ya li hember pirsgirêka DAIŞ’ê û negirtina berpirsyariyên xwe di çareserkirina vê pirsgirêka pir xeternak de, hêzên me neçar man ku ji kampa Holê vekişin û li dora bajarên Bakurê Sûriyeyê ku rastî xetere û gefên zêde tên, ji nû ve bi cih bibin.”
Kengî hat damezrandin? Çawa mezin bû?
Kampa Holê 45 km li rojhilatê bajarê Hesekê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ye. Hol, wekî mezintirîn kampa penaberan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê zanîn. Di sala 1991'an de piştî Şerê Kendavê hat damezrandin. Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Hol di sala 2015'an de rizgar kirin, Sûrîyeyiyên ku ji zilm û zordariya hikûmeta Şamê û DAIŞ’ê direviyan li wir hatin bicihkirin. Piştî rizgarkirina Mûsilê di sala 2016'an de, penaberên Iraqî jî anîn kampê. Jin û zarokên endamên DAIŞ’ê yên ku teslîm bûn an jî dîl hatin girtin, di destpêkê de di nav penaberan de li kampên Roj, Hol û Eyn Îsa hatin bicihkirin. Lê belê, ji ber gelek pirsgirêkan, li Hol û kampên din beşên taybet ji bo jin û zarokên DAIŞ’ê hatin avakirin. Piştî Operasyona Bahoza Cîzrê ya QSD’ê ku Bahoz, axa dawî ya DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê ye, di Adara 2019’an de rizgar kir, malbatên bi hezaran endamên DAIŞ’ê yên ku teslîm bûn an jî dîl hatin girtin jî li Kampa Holê hatin bicihkirin. Kamp bi lez mezin bû. Di dema Operasyona Grê Spî ya dewleta Tirkiyeyê ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kir de û hedefgirtina Kampa Eyn Îsa û revandina bi dehan jinên DAIŞ’ê, nêzîkî 3.000 jin û zarokên DAIŞ’ê jî anîn Kampa Holê.
Kamp ji 6 beşan pêk dihat
Her çiqas nifûsa kampê roj bi roj zêde dibû û gihîşt 80 hezar kesan jî, ji ber ku rêveberiya xweser şert û mercên ji bo vegera Sûriyeyiyên ku nasname û nebûna beşdariya wan di kiryarên terorîstî de hatine piştrastkirin, nifûsa kampê kêm bû û wekî beşek ji peymanek bi Iraqê re ji bo şandina bi hezaran penaberên Iraqî bo welatê wan afirand. Li gorî vegotinên rojnamevan û berpirsên herêmê, kamp bi 6 beşan hatiye organîzekirin. Sê beş penaberên Iraqî, du beş penaberên Sûrî û beşa din jî jin û zarokên DAIŞ’ê yên ji derveyî Sûriye û Iraqê dihewîne. Zêdetirî 7.000 kes hebûn ku wekî endamên DAIŞ’ê dihatin zanîn. Her çiqa jin û zarok piraniya wan pêk dianîn jî, zêdetirî hezar mêrên mezin di kampê de hebûn. Beşa ku jinên DAIŞ’ê dihewîne wekî kampeke cuda hate afirandin da ku pêşî li berfirehbûna deverên ewlehî û rêxistinî bigire. Ev beş xwedî bijîşk, bazar û nexweşxaneya xwe bû û di navbera wê û beşên din de ti têkilî tunebûn.
Li gorî daneyên ku ji hêla rayedarên Kampa Holê ve di Nîsana 2025’an de hatine parvekirin; Di nav kesên ku li kampê dijîn de 9 malbatên ji neteweya nediyar, 3 hezar û 829 malbatên Iraqî, 4 hezar û 351 malbatên Sûrî û hezar û 895 malbatên ji neteweya biyanî hene. Bi tevahî, 10 hezar û 84 malbat li kampê hatine bicihkirin. Hejmara giştî ya van malbatan wiha ye: 9 kesên ku neteweya wan nediyar e, 13 hezar û 124 Iraqî, 15 hezar û 805 Sûrîyeyî û 6 hezar û 385 welatiyên biyanî, bi tevahî 35 hezar û 323 kes.
Gelek komkujî çêbûne
Kampa Holê, bi taybetî di salên dawî de, ji ber hebûna DAIŞ’ê gelek caran di rojevê de ye. Ji ber ku hem di nav kampê de û hem jî ji bo herêmê xetereyek mezin bû, ji hêla çeteyan ve wekî navendek perwerde û rêxistinê dihat bikaranîn. Bi taybetî bi rêya ketina nav kampê ya mêrên DAIŞ’ê. Jinan di nav kampê de yekîneya "El-Hisbe" ya DAIŞ’ê ava kirin, kesên ku li gorî qaîdeyên wan ên ferzkirî tevnegeriyan girtin û ceza kirin. Jinên ku dixwestin ji DAIŞ’ê derkevin, yên ku red dikirin zarokên xwe li gorî qaîdeyên DAIŞ’ê mezin bikin, an jî red dikirin ku hîzara reş li xwe bikin, hatin kuştin. Ji sala 2019’an heta niha bi sedan komkujî di nav kampê de hatine tomarkirin. Tevî gelek operasyonên ewlehiyê yên ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine kirin, endamên DAIŞê bi awayek hovane bi dehan kesên di kampê deku nexwestin li gorî hînkirinên cîhadîst bijîn û dixwestin ji çeteyan derkevin, kuştin. Li gorî daneyên ku ji aliyê berpirsên kampê ve hatine belavkirin, di sala 2019’an de 13 kes, di sala 2020’an de 32 kes, di sala 2021’an de 96 kes û di sala 2022’yan de 44 kes hatine kuştin.
Operasyonên li kampê
Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YPJ), Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji 28’ê Adara 2021’an vir ve ji bo pêşîgirtina li çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê, li hundir û derdora kampê operasyonan dikin. Di operasyona yekem de 125 terorîst hatin girtin, di operasyona duyem de 226, di operasyona sêyem de 85 û di operasyona çarem de 79 terorîst. Rizgarkirina jinên Êzidî ji aliyê YPJ’ê ve, bû ronahiyek hêviyê. Di encama operasyonan de, endamên DAIŞ’ê yên ku beşdarî kuştin û îşkenceyê bûne hatin girtin. Tunelên ku ber bi kampê ve diçûn hatin dîtin, narincok, çekên giran, çekên tîj û cebilxane hatin desteserkirin. Her wiha, di dema operasyonê de, YPJ’ê jinên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin.
Welatan bangewazî paşguh kirin
Gelek bangewazî derbarê bûyeran û kesên ku li Kampa El-Hol dijîn de hatin kirin, lê saziyên navneteweyî û welatan van bangewaziyan paşguh kirin. Rayedaran berpirsiyariyên xwe bicîh neanîn. Her çend dozek navneteweyî ya serbixwe hat xwestin jî, di vî warî de tu gav nehatin avêtin. Hat xwestin ku welat jin û zarokên DAIŞ’ê ji Holê û kampên mîna Roj vegerînin ba xwe. Dewlet, heta ji berpirsyariya welatiyên xwe yên ku endamên DAIŞ’ê bûn dûr ketin. 36 welatan tenê beşek biçûk ji welatiyên xwe ji kampê wergirtin. Vê helwesta bêxem rê li ber radîkalîzasyona bêtir a kesên ku di kampê de mane vekir. Her çend rêxistinên jinan ên li herêmên xweser hin hewl didan ku jinên DAIŞ’ê ji nû ve ava bikin û wan ji nû ve di nav civakê de entegre bikin jî, ev ne bes bûn.
Dem li dijî wan dimeşe
Îro, Kampa Holê ku mîna yek ji cihên herî tevlihev û xeternak ên herêmê tê hesibandin, navendek ji bo hilberandina ramanên tundrew e û ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya cîhanê gefek eşkere ye. Û îro, ev gef bê kontrol tê berdan. Ji vê devera ku navenda gefa DAIŞ’ê ye, dem niha bi lez û bez û bêkontrol li dijî cîhanê diqede. Wekî din, vê carê dema ku çalakiyên DAIŞ’ê li kampê têne hesibandin, dibe ku cîhan bi şêweyekî tundiyê yê "perwerdekirî" re rû bi rû bimîne. Civaka navneteweyî ku duh ev tundî paşguh kir û berpirsyariya xwe negirt ser xwe, berpirsiyarê tiştên ku diqewimin û yên ku îro wê biqewimin e.