Gelê Helebceyê ji bo piştevaniya berxwedana Rojava daketin qadan
Ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê, xelkê parêzgeha Helebcê daket qadan û meş li dar xistin.
MIHRÎBAN SELMA
Helebce- Di 6’ê Çileyê de êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digre li ser taxên Kurdan li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiye destpê kirin û heta niha jî ev êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Piştgirî û dengê xelkê Başûrê Kurdistanê jî, ji bo parastina gel û destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê didome.
Li sînorê parêzgeha Helebce ev çar roj in gel bişev û biroj ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li ser piyan e. Jin pêşengtiya van çalakiyan dikin û îro carek din bi pêşengiya jinan xelkê Helebcê daketin qadan û meşek li dar xistin.
‘Jin pêşengên çalakiyan in’
Di rêzên pêş ên meşê de jin cih digirin. Leyla Elî ku beşdarî meşê bûye, nerazîbûna xwe ya li hember êrîşên çeteyan bi van gotinan anî ziman: “Ji Helebceya birîndar em rêz, silavê û hurmeta xwe ji bo şervanan dişînin û em li gel şervanên xwe ne. Em şerê man û nemanê dikin. Me di Kurdistanê de li hember jenosîdê û qirkirinê şer kiriye û hêvîdar im em bi ser bikevin.”
‘Em li ba yên li hember zilmê têdikoşin disekinin’
Yek ji beşdarên meşê jî Nermîn Sadiq bû. Ew jî wek beşdarên din, li hember êrîşên hovane yên çeteyan bi hêrs e. Nermîn, êrîşên ser Kurdan şermezar kir û wiha got: “Em wek Helebceyê, li gel wan kesên li dijî zilm û zoriyê têdikoşin, ji şer nefret dikin û nalet li dijminên Kurdan bê.”