Li Şirnex û Rihayê meşa ji bo Rojava: Dê HTŞ’ê jî winda bike
Li dijî êrîşên Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran kes li navçeya Hezexê ya Şirnexê û navçeya Wêranşar a Rihayê daketin kolanan. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate destnîşankirin tifaqa DAIŞ-Tirkiyeyê di dîrokê winda kir û dê tifaqa HTŞ-Tirkiyeyê jî têk biçe.
Navenda Nûçeyan- Li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk ên ser rojavayê Kurdistanê, li Şirnex û Rihayê meş hatin li dar xistin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk bi beşdariya 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesan meş hat lidarxistin. Welatiyên ser Cadeya Alanyayê hatin gel hev, xwest ber bi şaredariya berê ve bimeşe. Lêbelê polîsan li pêşiya wan berîqet danî û xwestin tevlibûnê asteng bikin. Welatiyan, li dijî ferzkirina sepana lêgerîna ser welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kir. Piştî berteka girseyê, polîsan dev ji vê sepana xwe berda.
Çendek saet ji bo meşê mabûn ku li cihê çalakiyê bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” û sirûdan olan da. Girseyê, dovîzên weke “Ji şer re bibêje bes e”, "Rojava rûmeta me ye", "Bijî berxwedana gelê Kurd" û pankarta "Şoreşa Rojava bû tirs û xofa dilê neyar û hovan" hilgirt. Bi hezaran kes tev li meşê bûn û gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana HSD’ê" û "Rojava rûmeta gelê Kurd e" berz kir û tililî avêt. Her ku çû girse mezintir bû. Meş, bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê hat lidarxistin.
Ji bo meşa sibe bang hate kirin
Li navçeya Wêranşar a Rihayê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlibûna hezaran kesan meş hat lidarxistin. Meş, li ser Cadeya Karacadagê hat lidarxistin. Di meşê de gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Bê Serok jiyan nabe", "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Her wiha çalakvanan pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye” û “Rojava xeta me ya sor e” hilgirt.
Her wiha girseyê, dovîzên fermandar, şervan û cangoriyên HSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê rakirin. Girsê li Cadeya Olakê daxuyanî da. Daxuyanî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî meşê, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu destnîşan kir ku bermahiyên DAIŞ’ê bi piştgiriya hezên navneteweyî dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rakin û wiha got: “Gelê Kurd li dijî êrişan li ser pêyan e. Sibê jî em ê li navçeya Pirsûsê bimeşin ser sînor. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku werin piştgiriya Rojava bikin.”
Piştî meşê, polîsan bi bombeyên gazê êrişî girseyê kir. Girseyê jî bi berzkirina dirûşman bersiva êrişan da.