WMO: Par ji krîza avhewayê herî zêde Asya bandor bû

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di rapora xwe ya sala 2023'an de ragihand ku herî zêde parzemîna Asyayê ji krîza avhewayê ya ku çavkaniya xwe mirovan digire, bandor bû.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) di rapora xwe de eşkere kir ku parzemîna Asyayê bû herema ku par herî zêde ji xetereyên avhewayê bandor bû. WMO ragihand ku lehî û bahoza herî zêde li Asyayê bû sedema mirina gelek kesan.

Li gorî raporê, di sala 2023'an de li Asyayê 79 karesatên têkildarî bûyerên hîdro-meteorolojiyê hatine tomarkirin. Ji sedî 80’ê van ji ber lehî û bahozên ku zêdeyî 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane çêbûne.

'Sala herî germ a heta niha çêbû'

Sekretera Giştî ya WMO Celeste Saulo di derbarê karesatan de got, "Gelek welatên li herêmê di sala 2023’an de ji hişkesalî û germahiyê heya lehî û bahozan tevî hîn rêze şertên dijwar sala xwe pileya germê herî zêde bû jiya. Guherîna avhewayê zêdebûna van bûyeran û tundiya wan hê zêdetir kir.”  

‘Asya bi heman lezê germ dibe’

Li gor raporê Asya ji asta kûrevî hê zûtir germ dibe. Par ji Sîbîryaya rojava heya Asyaya navîn û ji Çîna rojhilat heya Japonyayê germahiyên zêde hatin qeydkirin. Her wiha hat parvekirin ku piraniya cemedên li herêmên çiyayên bilind ên Asyayê ji ber germahiya zêde û şert û mercên hişk ên rekor şikand girseyeke girîng winda kirine.