Malda Kûsa li Hesekê hat bibîranîn

Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Malda Kûsa ya di 5’ê Gulana 2019’an de li Hesekê jiyana xwe ji dest da li Hesekê hat bibîranîn.

Hesekê – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Malda Kûsa di 5’ê Gulana 2019’an de li ser riya Holê dema diçû perwerdeya Jineolojiyê bide jinên gundewarên Hesekê li ser rê rastî êrîşek çekdarî hat û di êrîşê de jiyana xwe ji dest da. Navenda Lêkolînên Jineolojî di 5’emîn salvegera wê de ji bo bîranîna endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Malda Kûsa li Hesekê çalakiyek li dar xist.

Di merasîma bîranînê de endamên Kongra Star, Navenda Lêkolînên Jineolojî, rêheval û malbata Malda Kûsa amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Dilîn Ebid Rehman axivî. Dilîn Ebîd wiha got: “Rêber Apo got wê sedsala 21’emîn bibe sedsala şoreşên jinan. Wekî ku em jî dibînin di sedsala 21’ê de li çar aliyên cîhanê dêngê ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dibe. Jin pêşengiya serhildanê dikin. Di her xeleka serhildanên jinan de em ked û nirxên ku şehîdan ava kirine dibînin. Di her gava bi ber azadiyê ve keda şehîdên şoreşê heye.

‘Bi dehan jin li ser riya wê dimeşin’

Şehîd hevala Malda jî hevaleke ku di şoreşa jinan de xwedî kedeke zanistî ye. Di şoreşa Rojava de heger ku îro bingeha fikrandina zanistî bi pêş dikeve yek ji avakera bingeha zanista Jineolojî jî hevala Malda ye. Di riya ku hevala Malda vekir de îro bi dehan jin dimeşin. Hevala Malda bi riya perwerde û lêkolinên ku dikir pêşengiya têkoşîna li dijî zayendperestiya civakî dikir. Di hemen wextê di guhertina zihniyeta mêrê serwer de jî xwedî rol bû. Dizanibû ku heger jin xwe bi rêxistin bikin û xwe bi exlaqê azadiyê perwerde bikin wê demê serweriya mêr jî dikare bişkê û biguhere. Ji ber wê jî şehîd Malda bi xwe re jî têdikoşiya. Xwe ji nû ve ava dikir. Di her xebatê de dibû şahidê guhertin û cesareta xwe û ji vê pêşketina xwe gelekî bi kelecan û kêfxweş dibû. Weke rêhevala Malda em jî îro kar û xebatê xwe bi coş û kelecaniya hevala Malda berdewam dikini armanca dijmina vala derdixin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo jî wiha got: “Deskeftiyên ku îro jinan bi dest xistine hemû bi ked û fedakariya jinên pêşeng ên weke rêheval Malda ye. Îro erka me ew e ku em armanca şehîd Malda û rêhevalên wê pêk bînin û civakek bi zanista jinan bidin avakirin.”

Merasîm bi dirûşma “Şehîd Na mirin” bi dawî bû.

Piştî merasîmê li Navenda Lêkolînên Jineolojî ya bajarê Hesekê sînevîzyon li ser jiyan, ked û têkoşîna Malda Kûsa hat pêşkêşkirin.