‘Li Xezayê 10 hezar kes winda ne’

Li gora daxuyaniya Ofîsa Medya ya hikumetê li Xezayê, di êrişên Îsrail li ser Zîvala Xezayê de 10 hezar kes winda ne û yan jî di nava xirbeyan de mane.

Navenda Nûçeyan – Êrişên artêşa Îsraîlê ya ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê da destpêkirin, didome. Ofîsa Medya ya hikumeta li Xeza derbarê êrişê Îsraîlê yê 210 roj in li ser Zîvala Xezayê didomîne daxuyanî da.

14 hezar 944 zarok û 9 hezar û 849 jin jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsrail li ser Zîvala Xezayê 14 hezar 944 zarok û 9 hezar û 849 jin jiyana xwe ji dest dane, hate diyarkirin ku 10 hezar kes dibin xirbeyan de windane, hejmara miriyên gihane nexweşxaneyê weke 34 hezar 622, hejmara birîndaran jî weke 77 hezar û 867 hate qeydkirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji sedan 72 jin û zarok rastî êrişên Îsrail li ser Xeza hatine.

492 xebatkarên tendirûstiyê jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê kir ku Artêşa Îsrail ji 7’ê cotmehê heta niha di êrişên li ser Zîvala Xeza de zêdeyî 75 hezar ton teqemenî bikaraniye, di hedefgirtina sektora tendirûstiyê li Xeza 492 xebatkarên tendirûstiyê û 68 erkdarên parastina sivîl jiyana xwe ji dest dane. Leşkerên Îsrail di serdegirtina nexweşxaneyan de di 6 gorên komî de cenazeyê 471 Filistînî derxistine.

Hate destnîşankirin ku ji ber êrişan li Xezayê 17 hezar zarok ji dayîk û yan bav û yan jî dayîk û bav bê par jiyan dikin. Amaje bi wê yekê hate kirin ku hejmara birîndarên ku xeteriya wan ya jiyanî heyî û yan jî divê ji derveyî welat werin tedawîkirin 11 hezare, ji ber kêmaniya xizmeta tendirûstiyê 10 hezar nexwşên penceşêrê bi metirisya mirinê re rû bi rûne.

86 hezar avahî û 103 dibistan bi temamî rûxiyane

Her wiha zanyariya ku di êrşên Îsrail li ser Xeza de 86 hezar avahî bi temamî rûxiyane, bi giştî 294 hezar avahî ziyan dîtine û di rewşa lê neyê jiyan kirin de ye hate parvekirin. Her wiha îşaret bi wê yekê hate kirin ku artêşa Îsrailê 184 tesîsên hikumetê, 103 dibîstan û zanîngeh bi erdê re kirine yek, beşek ji 311 dibîstan û zanîngehan ziyan dîtine. 

Hate diyarkirin ku ziyana madî ya Zîvala Xeza buye 33 milyar dolar.