Wezîrê Karên Hindir ê Tirk jinan ji qetilkirinê berpirsyar dît
Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya, tevî biryara parastinê, jinên ku hatine qetilkirin sûcdar kir û got: “Ev cara ewil e dibêjim; tevî biryara parastinê heye, sala borî 32 jinan ji ber guhê xwe nedan me, di malên xwe de hatin qetilkirin.”
Enqere – Wezîrê Karên Hindir ê Tirk Alî Yerlîkaya di hevdîtina butçe ya wezaretê de li komîsyona Butçe ya TBMM’ê bersiva rexneyên parlamenter û pirsan da. Alî Yerlîkaya di axaftina xwe de tevî biryara parastinê jinên ku hatine qetilkirin sûcdar kir.
Tevî tundiya zêde dibe jî got ‘sifir tolerans’
Alî Yerlîkaya îfadeya ku desthilatdariya AKP’ê ya ‘sifir tolerans’ a der barê tundiya li ser jinan de dubare kir û got: “Di sala 2022’yan de 284, di sala 2024’yan de di 10 mehên destpêkê de 276 cînayetên jinan çêbûn.”
Jinan sûcdar kir
Alî Yerlîkaya tevî biryara parastinê jinên ku hatine qetilkirin sûcdar kir û wiha got: “Em bi jina ku me biryara parastinê jê re girtiye belgeyek didin îmzekirin. Piştî girtina biryara parastinê, 11 madeyên di belgeyê de polîs dixwînin. Dibêje ‘Em we diparêzin, hûn jî rêzê li vê bigrin.’ Mînak dibêje; ‘Di rewşa dema gumanbar nêzî jinan dibe de, derbasî cihek herî nêz ê parastinê bibe, di cih de alîkarî bixwaze. Bi gumanbar re rû bir û hevdîtin pêk neyne.’ Ji ber bi tecrubeyê re sabît e. Em vana hemû jê re dixwînin. Hefteyê rojekê em ji keya pirs dikin dibêjin ‘Kesê hatin vê derê û çûbin hene?’ Îstîxbarat êdî li wê mêze dike. Ev cara ewil e dibêjim; tevî biryara parastinê heye sala borî 32 jin ji ber li gorî biryarên me tevnegeriyane, dema mêr tên ber derî, derî divekin û di hindir de ew mêr jinê qetil dikin.”
Ji parlamenteran bertek
Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê li ser van daxuyaniyan bi gotina ‘Sûcdarkirina jinan çiqas asan e’ bertek nîşanî Wezîr Alî Yerlîkaya dan. Alî Yerlîkaya jî got: “Tu li gel kê yî? Em jinan diparêzin.”