Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Wargeha Mexmûrê, li dijî tecrîda girankirî û qedexeya hevdîtinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û gotin: “Yê ku serbikeve fikir û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd e.”
Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Hate zanîn ku di 6’ê Mijdarê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê 6 mehên cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî û qedexeya hevdîtinê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî girseyî lidarxistin û tecrîd şermezar kirin. Meş li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta parqa Şehîd Aryen Cudî domkir.
Di meşa ku bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hilgirtin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gel Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz axivî.
‘Yê ku di vê sedsalê de gelan azad bike û çareserî binê Rêber Apo ye’
Ehmed Şehbaz, di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker li gel hevkarên xwe re bi salane li ser gelê Kurd êrişên qirkirinê dimeşîne. Ji ber ku êdî dijmin jî dizane nikare li hember têkoşîna gelê Kurd bi serbikeve dest davêjin lîstokên qirêj. Lê li dijî wê bi berxwedana Rêbertî û gelê Kurd hertim lîstokên wan têk çûn. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiya Kurdistanê gel bitirsîne.”
Ehmed Şehbaz, da zanîn wê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbikeve û wiha got:” Hemû kes baş dizanê yê ku di vê sedsalê de gelan azad bike û çareserî binê Rêber Apo ye. Ev sedsal sedsala Gelê Kurd û gelê bindest e. Yê ku serbikeve fikir û felsefeya Rêber Apo û têkoşîna gelê Kurd e.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.