Werzîşvana Cezayîrî: Nebûna çandê rê li ber pêşketina werzîşên jinan digre
Werzîşvana jin Newal Benderbal a Tûnisî ku werzîşvaneke karateyê û giraniya azad a Cezayîrî ye, destnîşan kir ku pratîka femînîst hîn jî bi têgehên fitness û wêneyê laş ve sînordar e.

RABÎA XURAÎS
Cezayîr – Biryardarî û berdewamî, tenê motîvasyonên li pişt serkeftina wê ya di werzîşa ku ew niha dike bûn. Wê nêzîkî 22 sertîfîka di giraniya azad, tetbîqatên rehabîlîtasyonê û yên din ên dirêjkirinê de (tetbîqatên ku armanc dikin masûlkeyan dirêj bikin û nermbûna wan baştir bikin) bi dest xistiye. Li Cezayîrê yek ji van pisporiyan tuneye û tiştên ku hene bi tenê bi aerobîk an werzîşên aerobîk, an jî bodybuildingê ve sînorkirî ne.
Newal Bendrebal werzîşvanek giraniya azad û karateyê ya Cezayirî ye. Giraniyên azad di warê dermankirina nexweşiyên kronîk ên jinan de, wek şekir, tansiyona bilind, nexweşiyên movikan û sendroma hêkdankên polîsîstîk ku bi gelemperî bandorê li jinan dike, bêhempa ne. Her wiha ew bi gelemperî ji bo rehabîlîtasyona piştî zayînê tên bikaranîn.
Destpêka ramanê
Newal Ben Derbal dibêje, "Di temenê xwe yê ciwan de, min ji basketbolê hez dikir û meyla min li ser bû. Min 6 salan li salona werzîşê basketbolê lîst. Lê fikra pratîkkirina giraniya azad û sefera derveyî welêt a ji bo perwerdehiya werzîşê, di sala 2017’an de hat bîra min. Dema ku ez li saloneke werzîşê bi keç û jinan re perwerde dibûm. Wê demê min kifş kir ku tu eleqeyek zêde li nexweşiyên herî gelemperî yên di nav jinan de nayê dayîn û rahênerên jin nikarin bi van rewşan re mijûl bibin. Bi demê re, min biryar da ku sefera derveyî welêt bikim da ku bi giraniya azad perwerde bibim. Ez dixwazim çareseriyên ne kevneşopî û nûjen ji bo rewşên wiha bibînim ku em pir caran di dema perwerdehiyê de rastî wan tên. Dema ku ez vegeriyam, min saloneke werzîşê ya bi taybetî ji bo jinan vekir û ez li ser medyaya civakî pir çalak bûm.”
Piştgirî û teşwîqa malbata xwe bi dest xist û xurttir bû
Newal anî ziman ku yek ji girîngtirîn dijwariyên ku ew di destpêka kariyera xwe ya werzişî de pê re rû bi rû maye, redkirina vê ramanê ya ji hêla malbata wê ve bûye. Lê belê, bi demê re û piştî kariyerek tijî bexş û jêhatîbûnê, wê piştgirî û teşwîqa malbata xwe bi dest xist û xurttir bû. Wê tiştê ku dest pê kiribû bi pratîkkirina werzîşên din ên wekî karateyê domand û got, "Ji ber ku di hunerên şer de bipêş ketime, niha kembera min a qehweyî heye."
‘Werzîşvanên jin ditirsin’
Derbarê rastiya pratîka werzîşê ya jinan û helwestên jinên Cezayîrî de dibêje, "Piştî pratîka meydanê û têkiliya min a rojane bi jinan re, nebûna çanda werzîşê û veguherandina wê bo rêbazek û şêwazek jiyanê ji bo piraniya min matmayî mam. Ew kesên ku dest bi werzîşê dikin ji tirsa girtina nexweşiyên kronîk, ji bo parastina tenduristiya laşî, an jî li gorî rêwerzên ku ji hêla bijîşk ve piştî rûniştinên dermankirinê têne dayîn, vê yekê dikin."
Newal destnîşan kir ku komên herî zêde bi werzîşê re eleqedar dibin, ew kesên di navbera 35 û 54 salî de ne û wiha pê de çû: ”Di vê heyamê de, jin li ser rêbazên têkoşîna li dijî çermê şilbûyî yê ji ber pîrbûnê difikirin rave kir. Ez di destpêkê de bi gelek zehmetî û zextan re rû bi rû mam, ji ber ku ev qad li derveyî berjewendiya jinan bû û ez di vî warî de ya yekem û tekane bûm li bajarê ku ez lê dijîm.”
Guhertina çanda jinan
Newal bawer dike ku "divê ev mijar ji bo nîqaşê were anîn da ku çanda jinan a ku tenê bi laşek zirav ve sînordar e, biguhere" û dibêje, "Ev mijar kêm caran ji bo nîqaşê tê vekirin, her çend pir pêwîst bûye ku hişmendiya li ser girîngiya pratîkkirina wê ji bo xwedîkirina laşek bihêz zêde bibe jî. Nemaze ji ber fêrbûna bi rêkûpêk ne hewce ye ku meriv biçe klûbên jinan an salona werzîşê, ji ber ku ew dikarin wê li malê pratîk bikin, nemaze heke pêdivî hebin."
Rola jinan a di pêşketina werzîşê de
Newal rola komeleyên werzîşê di pêşxistina pratîka werzîşê û pêşxistina jêhatiyên jinan a di warê xurtkirina masûlkeyên laş de tekez kir. Li gorî Newal, astengiyên din jî hene ku hêjayî balkişandinê ne, ango nebûna weşana medyayê û girîngiya medyaya werzîşê di belavkirina çanda werzîşê ya di nav jinan de. Newal dibêje, "Di sala 2023’yan de, min dest bi projeyek kir ku jin, mêr û zarokan di bin navê 'Spor ji bo Hemûyan' de dihewîne. Tevî beşdariya berfireh, ew negihîşt medyayê û mixabin rawestiya. Medya roleke sereke di bilindkirina hişmendiyê de li ser pratîkkirina çalakiyên werzîşî dilîze."
Newal pêşniyar dike ku bernamekirina rûniştinên perwerdeyê li ser kanalên televîzyonê, çi sibê be çi êvarê, di bin çavdêriya rahênerên jin de, ne girêdayî fitnessê be. Newal dibêje ku lê belê wekî bernameyek bingehîn û çandek ku em bêyî wê nikarin bikin."