Wateya berxwedana bêdawî û jiyana azad: Zeynep Kinaci

“Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwedî jiyanek watedar û çalakiyek mezin. Ji ber ku ez ji jiyan û mirovan pir hez dikim dixwazim vê çalakiyê pêk bînim. Ez dixwazim bibim sembola jina Kurd.”

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan - 28 sal li ser wefata Zeynep Kinaci (Zîlan) re derbas bûn, ku dixwest bibe sembola jinên Kurd û jiyana xwe ji bo vê yekê feda kir. Zeynep Kinaci ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi gotina “Zîlan bi çalakiya xwe min derbas kir. Ji niha û pê ve tenê ez dikarim bibim milîtan û şopdarê Zîlan” hate pênasekirin, îro bu navek ku ji aliyê gelan ve tê şopandin û di dîrokê de nayê jibîrkirin.

Zeynep Kinaci ya ku di dîroka gelê Kurd de weke xaleke werçerxê tê pênasekirin, ji gundê Elmali yê girêdayî navenda Meletiyê bû. Di sala 1972’an de weke zarokeke malbateke ji asta navîn hatiye dinê. Zeynep Kinaci ya ku ji Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk qedand, demekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wekî teknîsyena rontgenê xebitî. Bi hevalê xwe Mehmet Alî Atli re ku ji gundê Xilya yê navçeya Egil a Amedê ye û di heman zanîngehê de di heman beşê de dixwîne, zewicî. Hevjînê wê di sala 1995’an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin.

Ji pênûsa wê...

Zeynep Kinaci çîroka jiyana xwe ya kurt û naskirina xwe ya bi PKK’ê re bi van rêzan vegot:

“Ez di sala 1972’an de li navenda Meletiyê hatime dinê. Navê min Zeynep Kinaci ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmali yê girêdayî navenda Meletiyê me. Em li derdorê bi navê Mamûrekî tên naskirin. Min li Zanîngeha Înonu ya Malatya Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk qedand. Beriya ku beşdarî nav refan bibim, ez li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê wekî teknîsyena rontgenê dixebitim. Ez zewicî me. Hevjînê min ji gundê Xliya ya navçeya Egîlê ya Amedê ye. Her wiha beşa heman zanîngehê qedandiye. Di zivistana 1995’an de dema li Edeneyê li faaliyetên enî dimeşand ji aliyê dijmin ve dîl hate girtin. Rewşa aborî ya malbata min normal e. Di pêkhateya civakî ya malbata min de ji aliyekî ve bandora feodal heye, di heman demê de xwedî zihniyeteke Kemalîst a bûrjûwaziya biçûk e. Sempatiya xwişk û birayên min ji bo têkoşînê heye. Malbata hevjînê min di warê aborî de dewlemend e, avahiyeke malbatê ya feodal heye, ne welatparêz in. Dema ku min amedeyî dixwend, eleqeya min bi fikrên çepgir û Kurdayetiyê re pêş ket. Lê hûr bûnên min a jiyanê di van salan de dest pê kir, lê min xwe nêzî rêzek taybetî hîs nekir. Di salên zanîngehê de min fikrên çepgir zelaltir kir û bi taybetî jî sempatiya min ji PKK’ê re pêş ket. Eleqeya min a bi Kurdayetiyê re ji wê yekê bû ku malbata min, her çend li ser bingeheke paşverû be jî, heta radeyekê xwediyê taybetmendiyên neteweyî bûn. Derdora hevalan a welatparêz ne birêxistinkirîbû. Pêşengtî tunebû. Dîsa, sedemên wekî pirsgirêkên aborî yên malbata min, demek dirêj nehişt ku ez zelal bibim. Di encama hin zelalî û gihaştinê, di pêvajoyê de ez beşdarî nav refan bûm.”

‘PKK’ê gelê Kurd şiyar kir’

Zeynep Kinaci, anî ziman ku di sala 1994’an de li Edeneyê dest bi xebatên eniyê kiriye û bi qasî salekê van çalakiyan berdewam kiriye. Zeynep Kinaci, xwe rexne kir ku di pêvajoyeke perwerdehiyê ya cidî re derbas nebûye, her tim kesekî dildar û bi biryar bû. Di sala 1995’an de li Dêrsimê beşdarî refên artêşê dibe. Zeynep Kinaci ew serdem weke dema ku xwe di nava PKK’ê de pêşxistiye pênase kir û ev tespît kirin:

“Têkoşîna me ya ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de pêş ket û bû hêviya yekane ya hemû mirovahiyê û têkoşîna me ya ku li ser rêya sosyalîzmê bûye hêviyeke tekane, gelê ku di pêvajoyeke tinebûna tevahî ya neteweyî re derbas dibe û ber bi dejenerasyonê ve diçe, di dîrokê de yekem car bi rûmet kir û anî cihê ku heq dike. Eşkere ye ku ji nû ve vejîna gelê wisa yê ku nirxên xwe yên netewî, mejî, ruh û nasnameya xwe ji dijmin re winda kiriye, erkek giran, berpirsyarî, hişmendiya dîrokî û pêşdîtina bilind, cesaret û fedakariyeke mezin û îradeya herî bilind dixwaze. Li hemberî rastiya welatekî wenda û gelên ku ji rola welatparêziyê dûr in, bindestê dijmin in, bê welat in û rewşenbîr û rêberên wan ên rastîn ji aliyê desthilatdarên dîrokî ve nikarin di asta tê xwestin de werin hilberandin, PKK û Serok APO ku afirand, bi paşve xistina vê pêşketina nebaş, ne tenê nasname, mejiyê gelê Kurd jî, ku li ser navê desthilatdaran kar dike, xizmetê ji wan re dike, ji bo wan şer dike, digihêje sînorê heywantiyê û pêşkêşî xizmeta emperyalîzmê dike, ji xewa mirinê şiyar kirin, vejandin û xistin rewşek ku ji bo azadiya xwe têdikoşin.”

‘Ez dixwazim bibim sembola vejînê’

Zeynep Kinaci di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi çalakiya fedaî bersiv da êrişa 6’ê Gulana 1996’an a bi armanca îmhakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku weke dema pêngava yekemîn a komploya navneteweyî hate binavkirin. Zeynep Kinaci piştî çalakiya bû pêngava şoreşgerî ya jin û mêran. Zeynep Kinaci ku sedema çalakiya xwe bi gotina “Divê em pêwîstiya pêvajoyê bi cih bînin” vegot û bi van gotinan jî bang li gelê Kurd kir:

“Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrasa pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û pêdiviyên wê bi cih bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîhariyê ye. Ev pêşveçûneke taktîkî ye, ev cureyê çalakiyê moralê dijmin xerab dike û têk dibe û moralê me jî gelek xurt û bilind dike. Dijminê gêj û dîn, dê bi vê cureyê çalakiyê gêjtir û dîntir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî, her cihê ku dijmin li wir e, der û dor lê teng dike û welat jê re dike zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî, morala gel xweş dibe, rnorala hemû şervanên me xurt û bilind dibe. Dost û dijminên me carekê din dibînin ku em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û di riya vê dozê de, bi xwe ve bombeyan diteqînin û bi vê yekê, berdêl û nirxê azadiyê didin. Em bi pêşengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza gelê xwe ya ji bo azadiyê bi tevahiya cîhanê didin diyar kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên wiha em şer xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav dikin.

Serokê Min!

Ez xwe ji bo çalakiya fedaî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û bêhempa laşê xwe feda bikin jî, ewqas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji dervey can û laşê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jiyana xwe gel ek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemu gelê Kurdistanê û cîhanê ne. Jiyana we evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şeref dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di emrê we de ne. Ev dilniyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewl didin ku jê menewiyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde bi şehîdan ve girêdayî hûn in. Ji ber vê yekê, çavên me li peyî me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe berpirsyar dibînim. Ez paşmayînên xwe û ji navê rakirina kêmasiyên xwe, di şer û geşkirina şer de dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî wezîfeyî bi cih bîne. Dixwazim xwedî li berxwedana hevrêyên Mazlum, Hayrî, Kemal, Ferhat, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Ronahî derkevim û bibim şopdarên wan. Dixwazim bibim îfadeya daxwaza azadiyê ya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên emperyalîzmê yên ku jinê dikin kole, dixwazim bombeyê bi xwe ve biteqînim û hêrsa xwe ya mezin nîşan bidim, bibim sembola vejînê ya jinên Kurd.

Îdîaya min a ji bo jiyanê gelekî mezin e. Dixwazim bibim xwedî çalakiyeke mezin û jiyaneke bi wate. Di pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê mezlum dê di nav malbata gelê cîhanê de cihê xwe yê giranbiha bigire û bigihije mafê xwe. Li ser vî bingehî carekê din nêzîkatî û girêdanbûna xwe ji Serok Apo, hemu şehîdên Kurdistanê, hemu hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemu mirovahiyê re didim xuyakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim. 

 

Ji bo jiyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi rumet û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.

Ji Şervanên Jin ên Azadiya Kurdistanê re!

Têkoşîna me ya rizgarî ya netewî ku di bin pêşengtiya Serok Apo û PKK’ê de tê meşandin, ew li Kurdistanê rewşa civakî ya paşvemayî baş dibîne û dinirxîne. Ji bo guhartin û çaresera wê, bi giştî û piralî têkoşîneke bêhempa û bê­rawestan tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civata çînî re dest pê dike. Di dema qonaxa komunal de ji têkiliyên jinê yên hilbirînê ew bixwe aktîv û azad bû. Piştre ku ser­maye civîya û ket destê mêran, pê re civata çînî jî derket holê. Bi vê demê re jinê jî hêz û bandora xwe wenda kir. Ji civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewisandin û pelçiqandina jinê berdewam kir lê bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û hûmermendî rewşê berdewam kir.

Teoriya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her alî ve azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê dipa­rêze. Ji bo pêkanîna mercên jiyaneke azad îmkanan çêdi­ke û ji bo jinê îmkanên jiyaneke wekhevî û mirovî pêk tîne. Lê belê sosyalîzma ku pêk hat, her çiqas ji bo jinê hewl da ku bixebite, ji rê û rêça xwe derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewldanên ji bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma.

Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsgirêk jinê binêre, dibîne ku ketin û perçiqandina jinê hem ji bo ku jin e û hem jî ji bo ku jina welatekî dagirkirî ye, pirsgirêk girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, nikaribûn li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Jin tune bu. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: “Li ser sofreyê piştî ga dor tê ser wê.” Rewşa jina Kurd wiha xirab e ku pirsgirêk gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî wiha mezin û bêwestan be. Bêyî çareserkirina pirsgirêka jinê ku hema bêje nîvê nifûsa gelê Kurd pêk tîne, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.

Serokatiya partiyê wek di her warî de, di warê pirsgirêka jina Kurd de jî, analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê serkêşî û pêşengiyê kiriye. Rewşa ku niha em tê de ne, ji aliyê pêşveçûn û azadiya jinê de pêngavên mezin hatine avêtin û rewş di pileyeke bilin de ye. Lê belê, ketin û perçiqandina jinê wiha di rewşeke xirab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka mirovahiyê re destpêdike. Di vê xalê de, bi carekî de azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re divê. Partiya me PKK di vî warî de her gava ku davêje, vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê karekî pîroz û perwerdeyî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov bêhtir xwe nêzîkê Serokatiya partiyê bike û girêdayî be. Divê têkoşîn geşbibe û ked bê dayîn be. Jin bi xwe bersiva vê yekê dide. Ref bi ref tên û dikevin nav rêxistinê û pêngavên azadbûnê davêjin. Lê, em wek jin gelekî bi paş ve mane an bi paşve hatine hiştin. Em ji xebat û hewldana Serokatiyê gelek dûr in. Bi vê rewşa xwe, em ji pêkanîna erkên xwe yên demê dûr in.

Riya azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe. Ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Ger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê di şerkirin û têkoşînê re derbas dibe. Ger wiha ye, wê demê armanc û hedefên me diyar in. Pêwîst e ku em nîştîmanperwerî, girêdanbûn, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê, em dibin xwediyê xebat û hewldaneke mezin û pîroz. Bi hezaran hevalên me yên jin hene ku ji bo azadiyê ked û xwihdan dane, pêşketine û di vê riyê de xwîn rijandine. Hevalên me Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekiye, Mizgîn û Rehşan, di nav şehîdan de bi jiyan û têkoşîna xwe bûne sembola azadiyê û gihiştine lûtkeya azadiyê. Bi şehadetên xwe hem di nav têkoşîna rizgarî ya netewî de û hem jî di warê azadbûna jinan de pêşengên me ne. Ev hevalên me ji bo jinên şervan ên azadiyê û ji bo me hemûyan çavkaniya moral û cesaretê ne. Divê em li dijî paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybetî li dijî koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk, polîtîk bikin yek, erk û berpirsyariyên xwe yê dema niha bi cih bînin û ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin.

 Li ser vî bingehî û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê “întîharî” ne bi tenê li ser navê şexsê xwe, di serî de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK’ê bibim, bi giştî jî, ji bo hemu mirovên ku keda wan tê xwarin, bi taybetî jî ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bibim bersiva daxwaza azadiya jinên Kurd û nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cih tînim. Ev biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min. Ev hesteke wiha mezin dide min ku, ez nikarim tarîfa wê bikim. Çûyîna li peyî rêça şehîdên me yên azadiyê yên jin û berxwedêrên me yên mezin, bi awayekî rast û durist li mîrasa wan xwedî derketin, hest û heyecaneke bi şeref e. Ji ber ku ez dibim xwediyê vê erk û berpirsyariya bi şeref, ez xwe bi şans dibînim. Ew jinên ku bi hezaran kul û keser kişandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayê Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin, ji partiya me PKK û Serok Apo ku ev çendî xebatê dike, silav û rêzgirtina xwe ji we hemûyan re pêşkêş dikim. Li ser wê bingehî, divê hûn hîn bêhtir rêxis­tinê xurtir bikin, bibin xwediyê gotin, vîn û avakirina bingehî bibine artêş û bersivê bidin, ez hêvîdar im ku hûn rojên azad bi destên xwe ava bikin! Bijî şerê me yê azadiyê ku di pêşengiya Serok Apo de tê dayîn! Bijî jina Kurd a mezin a ku ji bo azadbûnê di pêşen­giya PKK de şer dike! Bila Bimre Dewleta Tirk a Faşîst!

Ji Gelê Kurdistanê yê Nîştîmanperwer û Raya Giştî ya Şoreşger ên Cîhanê re!

Di dîroka her gelî de, bûyerên girîng hene ku ew çarenûsa gel diguherin. Wek şoreşa burjûvazî ya Fransa­yê, şoreşa Bolşevîk a Rûs û şoreşa Îslamî… Ev bûyerên wiha mezin û girîng her çiqas li dîroka neteweyek bando­reke mezin dikin, lê bi wê re, rê li pêş hemû dîroka miro­vatiyê jî vedikin û bandoreke xwe yê xurt li seranserê cî­hanê jî dikin. Dîsa di dîroka her gelî de, pêşengên wiha derketine ku mohra xwe li dîrokê dane. Navê xwe li dîrokê kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn û Muha­med ji wan çend kesan in… Ew bi pratîka xwe, hem ji bo gelê xwe û hem jî ji bo dîroka mirovahiyê, di pêvajoyên girîng de rolên xwe yên pêşengtiyê lîstine.

Îro dema em li dîroka Kurdistanê dinêrin, dîrok her dem berovajî hatiye nivîsîn. Dîroka Kurd dîroka berbijêr çûndinê ye. Mirovê Kurdistanê ku dema civatên komunal ya serateyî û dema koletiyê di qada dîrokê de rewşeke girîng de bûn û di nava gelan de xwedî bandor bûn, piştî kete bin desthilatdariya Persan azadiya xwe winda kir û careke din nikaribûye vîna xwe ji destê desthilatdaran azad bike. Gelê Kurd bi hezar salan di bin desthilatiya neteweyên cûr be cûr de jiyaye û Kurdistan di navbera netewên cuda de bûye qada şer. Her gel dema li gorî rewşa xwe pêşveçûneke dîrokî jiya, gelê Kurd pir li paş, li dû dîrokê meşiya, pêşkeftina civakî di rewşeke kevnare de ma ye. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye ser lingan, lê belê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi ser bixe tunebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev serhildanan vala derxistiye. Di dîroka nêz de têkçûna serhildana Şêx Seîd û Dêrsimê mînakên herî berbiçav in. Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hestên xwe yên netewî, ziman, dil û mejiyê xwe ji dest da. Siyaseta desthilatdaran ya “parveke, parçeke, birêvebibe” bi awayek herî xirab bi şerê taybet re li dijî gelê me hate bikaranîn, ber bi “mirina spî” ya ji holê rabûna netewî lê hate ferz kirin. Îxanet û berxwedan her dem di nav hev de jiyaye, îxaneta navxweyî her dem li ber berxwedanê bûye kelem ve gelek caran jî gihiştiye encamê.

Ev serbejêriya dîrokî, di 27’ê Mijdara 1978’an de bi îlankirina fermî ya PKK ê ve hatiye rawestandin. Kurdistan bêmirov hatiye hiştin, bi hezaran mirovên me di komkujiyan de hatine qetilkirin, her wiha ji hêlek ve cardin bi êrişên kontra ya kujerên ne diyar mirovên me ji holê dihatin rakirin û ji hêla din ve jî tirsa mirinê li ser mirovên me yên din dihate meşandin. Mirovên me di îşkenceyên cûr be cûr re derbas kirin, gelek kesên tenê ji bo lêpirsînê çûbûn cesedên wan ji wê derketin û berdêlên gelek mezin hatine dayîn.

Di roja me ya îro de ku şer gelek dijwartir bûye, partiya me PKK li hemberî êrişên bi giştî yên dijmin, her roj di nav xwe de pêşkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne û hê bi bandor û bi bawerî derbe li dijmin dide û serkeftinê nêzîk dike. Îro li Kurdistanê artêşa me agir li dijmin dibarîne. Eni­ya me ERNK li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a şerê tay­bet, gelê me bûye yek beden û têdikoşe. Her ku diçe gelê me bi hemû derfetên xwe ve dikeve nav têkoşînê û cihê xwe digire. Bi îlankirina Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat û hevkariyên netewî re, gelê me her roj gav bi gav ber bi desthilatdariyê ve diçe. Em di vê tê­koşînê de berdêlên giran didin. Ji ber ku li hember me dijminekî xwînxwar û dijwar heye, li gel û li pişt dijmin hêzên emperyalîst hene. Lê em wek gel, cara yekem e ku di dîroka xwe de wiha bihêz bûne,  nîştîmanperweriya me xurt bû, zanabûna me ya netewî zêde bû û nêzî azadiyê bûne. Cara yekem e ku em ewqas serbilind û serfiraz in. Se­rê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin, ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û şer dikin. Pêwîst e ku em li ser riya berxwedana pêşengên xwe yên wek Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Ferhat, Zekiye, Bêrîvan, Bêrîtan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsanewî, çelengî û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û têkoşîna wan pêvajoyeke nû pêk anî û encamên berhe­mên wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rê û mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin.

Li ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û girêdanbûna xwe, ji PKK, Serok Apo, hemû şehîdên berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgeh û hevalên me yên ku li çiyê şerê azadiyê didin re nîşan didim, li ser welat ji gelê xwe re sond dixwim û peyman didim ku ez ê çalakiyeke “întîharî” pêk bînim. Bi vê çalakiyê, moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrişî dijmin bikim û hewl bidim ku bibim sembol û nîşana daxwaza gelê xwe ya ji bo azadiyê. 

Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse!

Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!… Em zarokên gelekî wiha ne ku welatê me ji destê me hatiye girtin û dagirkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Êdî divê xwîn, rondik û zilm ne çarenûsa gelê min be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, heskirin, mirovahî û xwezayê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, qetilkirin û wêrankirinê. Lê mixabin ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiştine. Tawanbarên vî şerî hêzên emperyalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e. Ger hûn bi çavên xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.

Ez bang li hemû mirovahiyê dikim!

Ger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bidin gelê Kurdistanê bidin, zinga ser mejî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.

Gelê min ê welatparêz!

Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amede ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku şer gelek dijwar bûye de, divê êdî hûn jî helwest û refên xwe zelal bikin. Navê şerê em didin şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cih bînin. Biwêjek wiha heye, dara azadiyê bi xwîn û xwîdan tê avdan. Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e. Ji ber wê dijmin weqas bi israr e. Çima emê ne bi israr bin? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em winda bikin? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK’ê dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî amedeye ewqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cihê xwe bigre.”

Banga wê hat bersivandin

Çalakiya Zeynep Kinaci ya ku li hemberî hemu êrişên dijmirovahî bedena xwe feda kir, tenê weke çalakiyeke leşkerî nehat nirxandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo jinan banga tevlîbûna partiyê kir. Banga Zeynep Kinaci ji aliyê bi hezaran jinên Kurd ve hat bersivandin. Tovên yekemîn ên felsefeya dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku îro hema bêje li hemû qadan deng vedide, hatin avêtin. Ev çalakî manîfestoya şoreşa ku li axa Kurdistanê çêbûye, afirand. Navê Zeynep Kinaci ku sembola têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e, weke wateya berxwedana bêdawî û jiyana azad li ser rûpelên dîrokê hate nivîsandin.