'Jineolojî rola jinan a di civakê de ronî dike’
Endama Komîteya Jineolojî ya Lubnanê Elaa Farah got ku “Jineolojî, rêbazek ji bo piştgiriya jinan û ronîkirina rola wan a di civakê de ye.”

EMAL MUHEMED
Beyrûd – Di navenda veguherînên civakî û çandî yên li Rojhilata Navîn de, dengên jinan derdikevin holê ku dixwazin ji nû ve teşe bidin têkiliya di navbera jin û civakê de. Ne ji pozîsyona gilî yan gazincan, ji pozîsyona têgihîştin, analîz û çalakiyê. Di nav van dengan de du jin derdikevin pêş: Elaa Farah û Joya Hachida, ku endamên Akademiya Jineolojiyê yên li Lubnan û Rojhilata Navîn in. Ev jin, aydê nifşekî nû yê jinan in ku ne tenê navên dijwariyan didin, di heman demê de li kokên wan jî digerin, li amûrên rewşenbîrî û pratîkî digerin da ku wan ji hev veqetînin.
Beşdarbûna wê ya li Zanista Jinê
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Lubnanê Elaa Farah, dibêje: "Ez bawer dikim ku zanista jinan amûrên ji bo têgihîştineke kûrtir, analîzeke rastir û helwestên dadperwertir li hember jin, malbat û civakê peyda dike." Elaa Farah diyar kir ku destpêka wê li Lubnanê bûye, dema ku komek jin di çarçoveya komeleyek bi navê "Ariana" de civiyane. Elaa destnîşan dike ku ev civîna jinan derfetek bû ji bo nîqaşkirina gelek mijarên têkildarî jinan, bi taybetî ji ber eleqeya wan a bi jineolojiyê re ku ew wek zanistek jinan û civakê bi hev ve girêdide binav dike.
Elaa Farah beşdarî gelek dewreyên perwerdeyê yên ji aliyê komîteyê ve hatine organîzekirin bû. Ji bilî beşdarbûna semîner û dersan, hin serhêl û hin jî bi awayekî fizîkî beşdar bû. Ev yek bû sedem têgihîştineke kûrtir a vê zanistê bi dest bixin. Elaa diyar kir ku vê ezmûnê xwesteka wan a tevlîbûna komîteyê û xebata di warê bihêzkirina jinan de, xurt kiriye. Li ser bingeha baweriya wan ku jin ji êşên jinan, li Rojhilata Navîn bêtir haydar in. Elaa girîngiya ronîkirina rolên jinan, ne tenê di rolên xuya de, di rolên veşartî û pir girîng de jî tekez kir.
'Jineolojî koka pirsgirêkan dikole û çareseriyan dibîne'
Elaa Farah destnîşan kir ku zanista ew pê re hatine nasandin ne tenê li ser mijarên rûberî an giştî nîqaş dike, her wiha bi şiyana xwe ya kûrbûna kûrahiyê tê naskirin, ku ev yek wê ji zanistên din cuda dike. Elaa wiha got: "Zanista jinan ne tenê ser re nêzî pirsgirêkan dibe, her wiha koka pirsgirêkan dikole, li sedeman digere û hewl dide ku çareseriyên rastîn bibîne. Girîngiya vê zanistê û girîngiya beşdarbûna me di wê de ye ku ew rêbazek ji bo piştgiriya jinan û ronîkirina rola wan a di civakê de ye. Em ne tenê xizmeta jinan dikin, xizmeta tevahiya civakê dikin. Hêzdarkirina jinan bi zêdekirina hişmendiya wan û motîvekirina wan a ji bo fêrbûnê dest pê dike, ku wan bêtir di têgihîştina maf û erkên xwe de û bi bawerî daxwaza wan, dike."
'Jineolojî balê dikşîne ser rewşa jinan a di malbat û civakê de'
Elaa Farah destnîşan kir tekez kir ku di ronahiya şert û mercên dijwar ên ku Rojhilata Navîn pê re rûbirû ye de ji Yemenê bigire heta Sûdanê, ji Sûriyê bigre heta Filistînê û ji wê derê xebata wan kûrtir û bibandortir bûye. Elaa di berdewama nirxandinên xwe de wiha got: "Me lêkolînek kûr kiriye, em bi mirovan re civiyane û me guh daye êşa gelek kesan, bi taybetî jinan. Vê yekê hişmendiya me xurt kiriye û me îlham daye ku lêkolîn û gotaran çêkin ku êşa jinan ronî dikin û dixwazin dengê wan bilind bikin. Tiştê ku Jineolojî ji zanistên din cuda dike û karekterekî bêhempa dide wê, ew pirsgirêkên jinan bi awayekî rûberî an jî perçe perçe nagire dest. Ew balê dikşîne ser rewşa jinan a di nav malbatê de û rola wan a li kêleka mêran. Ev zanist ne tenê li ser jinan, di heman demê de li ser têkiliya hevkariyê ya di navbera wan û mêran de û avakrina jiyanek hevpar li ser bingeha hevkariyê û piştgiriya hevbeş sekiniye."
Pêwendiya kevneşopî ya di nava civakan de
Elaa Farah ragihand ku bi rêya ezmûna xwe ya şexsî û piştî ku tevlî vê komîteyê bûye, li ser 'çanda xwe-xwe ya Hindî' lêkolîn kiriye. Elaa di destpêkê de, meraq kiriye ka çiqas girîng e ku meriv li ser mijarek têkildarî Hindistanê binvîse, ji ber ku ew li Rojhilata Navîn in. Elaa dibêje “Lê piştî ku min kûrtir lêkolîn kir min kifş kir ku ev çand ku behsa jinên Hindî û fedakariya wan piştî mirina mêrên wan wek sembola dilsoziyê dike, gelek dişibe civakên me. Dibe ku rêûresm ne yek bin, lê şêwazên kevneşopiyên wekhev hene ku piştî veqetînê an mirina hevjînên wan rolên taybet li ser jinan ferz dikin."
Ji Jineolojî heta bihêzkirina jinan û hilweşandina feraseta mêr
Endama Komîteya Jineolojî ya Rojhilata Navîn Joya Hachîda jî, da zanîn ku rêwîtiya wê di zarokatiyê de destpê kiriye û wiha got: “Dema ku min dest pê kir ku cûdahiyek di awayê fikirîna xwe de, di şiyana min a fêmkirina xwe û derdora xwe de bibînim. Vê cûdahiyê min han da ku ez kûrtir bikevim nav cîhana zanînê, bi taybetî jî derbarê jinan de. Tenê axaftina li ser pirsgirêkekê ji bo jinê têr nake. Divê em bi hev re fêm bikin ka jinbûn tê çi wateyê, jinek rastî tundiyê tê ev tê çi wateyê, her roj ji aliyê mêrê xwe ve tê lêdan ev çi ye. Divê em vê mantiqê ji kokê ve, ji hundirê malbatê biguherînin. Eger em bixwazin malbatek ava bikin, divê em bi zanînê dest pê bikin û li dijî nezanînê şer bikin. Nezanî ji valahiyek çênabe, ji malbatên ku me li ser bingehek saxlem mezin nekirine çêdibe."
'Pêwîst e ku bingehên biçûk di civakê de werin guhertin'
Joya Hachida derbarê rola jin û mêran de jî wiha got: "Rast e, civak pêşve diçe, lê hê jî kesên ku rola jinan qebûl nakin hene. Eger zilamek bi kurê xwe re here dibistanê, yekser jê tê pirsîn, dayîk li ku ye? Çima divê zilam di mezinkirina zarokan de rolek negire? Çima, eger zilamek karê malê bike, tê gotin ku ew teslîmî hevjîna xwe ye? Divê ev feraset biguhere. Ji vê perspektîfê ve min hîs kir ku pêdivîyek lezgîn heye ku bingehên biçûk werin guhertin, ji ber ku ew ne tenê hûrgulî ne, nîşaneyên gihîştina mezintir in. Bi riya Jineolojî em hewl didin ku çareseriyên rastîn peyda bikin."