Ji bo pêşxistin û hêzdarkirina jinan kampanyaya hişyariyê
Rêvebera Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hûriyş Şemdîn ragihand ku bi armanca pêşxistina jinan kampanyaya 6’emîn lidar xistine û got ku “Jina azad pêşenga avakirina Sûriyeyek demokratîk e.”

NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nav dijwariyên civakî û siyasî yên ku jin pê re rûbirû dimînin de, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), destpêkirina qonaxa 6’emîn a kampanyayek ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û xurtkirina nirxên wekhevî û edaletê di 8’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Meclîsa Jinan da zanîn ku ev kampanya dê du mehan berdewam bike. Armanca ew e ku hişyariyê li ser cûreyên cûrbecûr ên tundiya li dijî jinan zêde bikin.
Rêvebera Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hûriyê Şemdîn têkildarî kampanya ku lidar xistine ji ajansa me re axivî.
‘Di sala 2018’an de hat avakirin’
Hûriyê Şemdîn behsa kar û xebatên Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di sala 2003’yan de hatiye avakirin û di sala 2018’an de Meclîsa Jinan hat avakirin. Ji bo rola jinan a siyasî û pêşengiya xebatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan di gelek hol û kantonan de karê xwe berfirh kirin heta ku gihîştin asta Sûriyeyê. Di despêka Şoreşa Rojava de, pêdivî hebû ku jinek pêşengî bike û xwedî nirx û analîzên siyasî be, ji ber vê hewcedarî bi meclîsa jinan hate dîtin.”
‘Pêwîst e em jinên ji hemû pêkhateyan re destek bidin’
Hûriyê Şemdîn da zanîn ku Meclîsa Jinan a PYD’ê kampanyaya 6’emîn ragihandiye û wiha got: “Ji bo xurtkirina rola jinan di civakê de û pêşengiyê di Sûriyek demokratîk de bike, me dest bi kampanyaya hişyarkirin û hêzdarkirina jinan kiriye. Di meclîdê de jinên ji hemû pêkhate û mezhebên civakî cih digrin û rolên xwe di avakirina civakê de dilîzin. Armanca me ji vê kampanyayê, di van rewşên ku li Sûriyeyê têne jiyîn de, ji jinên ji hemû pêkhateyan re bidin destek.”
‘Di demên dawî de êrîşên mezin li ser jinan pêk tên’
Hûriyê Şemdîn diyar kir ku plansaziyên kampanyayê berfireh in û wiha got: “Di hundirê vê rewşa heyî ya tundiya li ser jinan pêk tê de, şerê taybet ku li ser jinan tê meşandin, rewşên ku Sûriye tê de derbas dibe de, çete dixwazin Sûriyeyê perçe bikin. Plansaziyên kampanyayê, ji lidarxistina civînên berfireh pêk tê. Di van civînan de mijarên wek; jin çawa dê bikaribin dûrî şerê taybet ku di civakê de tê çêkirin bisekinin, êrîşên elektronîk ku di demên dawî de li ser jinan pêk tên, kuştina jinan ku zêde bûye, dê bên nîqaşkirin. Ji bo vê perwerdeyên hişmendî tên dayîn. Mijarên perwerdehiyan jî ev in; çawa jin dê bikaribe di rastiya xwe de hişmendiya xwe xurtir bike û xebatên xwe yên rêxistinî zêde bike, destkeftiyên ku jinan di şoreşê de qezenc kirine. Her wiha hewlên parastina vê şoreşê.”
Pêşxistina rêbazên çareseriyê
Hûriyê Şemdîn destnîşan kir ku kampanya bi alîkariya Koordînasyonên Meclîsên Jinan, di saziyên Rêveberiya Xweser de hatiye lidarxistin û wiha pê de çû: “Ev kampaniya bi alîkariya Koordînasyonên Meclîsên Jinan, di saziyên Rêveberiya Xweser de hat lidarxistin. Kar û xebatên kampanyayê, semînerên ku tên lidarxistin ji bo xurtkirina sîstema hevserokatî di saziyan de, balkişandina ser zehmetiyên ku jin dikşînin û têkoşîna wan li hember zihniyeta bavsalarî ye. Her wiha pêşxisitna rêbazên çareseriyê ji bo azadiyê.”
‘Êrîşên rêveberiya demkî bi taybetî li ser jinê tên kirin’
Hûriyê Şemdîn da zanîn ku Meclîsa Jinan a PYD’ê karê xwe ne tenê di kampanyayê de, di hemû aliyan de dimeşîne û wiha got: “Ji despêka kongreya 10’emîn ve, kampanya berdewam in û tên lidarxistin. Bernameyên kampanyayê, li gor pêdiviya jinan tên lidarxistin. Jin yekem dibin êrîşên cîhadîstên girêdayî rêveberiay demkî ya Sûriyeyê. Ji ber vê hewcedarî bi xurtkirin û hêzdarkirina jinan heye. Di destûrs nû ya Sûriyeyê de cihê jinan tune ye û heya zagonên ku parastina wan dikin nakevin meriyetê. Ev jî têkoşînek domdar daxwaz dike ku mafê jinan bê naskirin.”
‘Azadî xwesteka jinê ye’
Hûriyê Şemdîn anî ziman ku jinek azad civakek azad ava dike û wiha bi dawî kir: “Li Rojhilata Navîn, bi hezaran salan e jin dûrî mafên xwe ketin, bi hezaran jin hatin qetilkirin û tecawiz kirin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo projeyên jinan derketin pêş. Rêber Apo destnîşan kir ku civaka azad bê jina azad nayê avakirin. Civaka bi edalet bê jin nayê birêxistinkirin. Jin di hemû aliyan de edaletê dimeşîne. Azadî xwesteka wê ye, ger jinek azad tune be, civakek azad tuneye û aştî jî ne pêkan e.”