Warîşe Muradî: Her navek, li ser laşê me birîneke zindî ne

Werîşe Muradî bi nameyekê Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê bi bîr anî. Warîşe di nameya xwe de dibêje: “Pirs li ser wê yekê ku çawa dikare mirov bijî, dema ku civak di heman demê de hem zindî ye û hem jî her roj kincên reş li xwe kiriye.”

Navenda Nûçeyan – Di sala 2010’an di 9’ê Gulanê de Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan ji hêla rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî a li girtîgeha Evîn dimîne bi boneya salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê nameyek weşand.

Warîşe Muradî di nameya xwe de dibêje: “Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û her navek, ne wekî dawîyekê, ew li ser laşê me birîneke zindî ne. Li vê nîştimanê, mirin carnan ne dawî ye, belkû dewama siyasetekê ya bi rûyekî dine."

Berfirehiya nameya Werîşe Muradî wiha ye:

“9’ê Gulanê ne tenê dîrokeke, xaleke ku bîra vê nîştimanê tê de disekine û nefesek giran dikişîne; ew navên ku divê xalê de dicivin, hesret derbas kirine û bûne bîranîn.

Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhûlî, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Mehdî Îslamiyan û her navek, ne wekî dawîyekê, ew li ser laşê me birîneke zindî ne. Li vê nîştimanê, mirin carnan ne dawî ye, belkû dewama siyasetekê ya bi rûyekî dine. Jiyan pir caran ne ji bo jiyînê, belkû ji bo ku li hemberî tirsê were ceribandin, di rewşeke daleqandî de tê hiştine. Vegotin giranin, lê girantir ji vegotinê, dubarebûne; dubarebûnek ku tê de mirov yek li pey yek ji wateyê tên rût kirin û tenê ji bo rûpelên dozê, ji bo cezayekê, an jî ji bo nûçeyeke kurt tên kêmkirin.

Wisa xuya dike ku di rû de her tişt nêzî asayîbûnê dibe; nûçe kurtir dibin, bertek kêmreng dibin û çûyîna mirovan dibe jêrenivîseke demkî û derbasbûyî.

Lê di kûrahî de, tiştek hêj sekinî ye û ji bîr nake. Bîranînek ku li hember vê xalîbûnê bi hêminî, bêdeng, lê bi berdewamî berxwedanê dike. Di nav dilê vê dubarebûnê de, efsane dîsa can digirin; ne di nav pirtûkan de, lê di rastiya çarçoveya tundûtûjiyê de ku desthilatdarî ji bo hêdarkirina tirsên xwe, her roj birînekê li jiyanê dixe. Ev wêne di demeke din û bi şêوازwazek nû de, berpirsiyariyê li vê nîştimanê girantir dike. Şêwazek ku tê de jêbirina mirov û dengên nerazî dibe bingeh, ne tenê sîstema cudakarî û dûrxistinê.

Di cîhaneke wisa de, her tişt dikare wekî gefekê were dîtin, heta nefeskêşandin, heta sekinîn, heta raman jî. Rastiya herî tal eve. Mirin ne tenê di dema rûdanê de, belkû di berdewamiya xwe ya bênavber de tê xwarin, heta wê radeyê ku nûçeya çûyîna ciwanekî di nav lehiya dangan de, dibe rêzikeke kurt, bêyî ku seknekê di demê de ava bike.

Lê divê tu mirin nebe kevneşopiyek û divê tu nav di nav dubarebûnê de bêbandor nebe. Ji ber ku her jiyanek cîhaneke bêhempa ye û her dawîyek derzeke ku ger neyê dîtin, di nav derûniya civakê de kûrtir dibe. Di nav dilê vê berdewamiyê de, ti tişt ji nav naçe, nav dimînin, ne tenê wekî bîranîn, belkû wekî pirs.

Pirs li ser wê yekê ku çawa dikare mirov bijî, dema ku civak di heman demê de hem zindî ye û hem jî her roj kincên reş li xwe kiriye.’’