Artêşa Sûdanê bi girtina bi kêfî û îtirafên bi zorê gefê li girtiyan dixwe

Li herêmên Sûdanê yên pevçûn lê hene, li dijî sivîlan gelek kiryarên xirab tên kirin û gel ji cihên xwe bi darê zorê tên derxistin. Jin di bin tunebûna çavdêriya saziyên navneteweyî û rola kêm a rêxistinên mafên mirovan de rastî her cure şîdetê tên.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Îcrayê ya “Parêzerên Rewşa Lezgîn” a li Sûdanê, ragihand ku hêzên artêşê bi sedan sivîlan binçav dikin, digrin û ji bo bi zorê îtiraf bikin gefan li wan dixwin.

Saziyeke mafên mirovan a Sûdanê, diyar kir ku hêzên girêdayî hikumetê, li eyaleta Nîla Şîn li dijî jinan gelek binpêkirinan dike û van kiryaran bi gotinên “sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin” bi nav kir. Her wiha da zanîn ku li bajarê Damazînê hêzên ewlekariyê bi îdiaya ku bi Hêzên Piştgiriya Lezgîn re hevkariyê dikin, 5 kesên ku di navbera wan de jineke parêzer jî heye binçav kirine.

Girtinên kêfî cezayên giran û dozên siyasî

Endama Ofîsa Îcrayê ya Parêzerên Rewşa Lezgîn, Rehab Mubarak, diyar kir ku girtî di rewşên zehmet de ne û ji bo bi zorê îtiraf bikin, bi şantaj û girtinê re rû bi rû tên û bal kişand ku girtina jinan bi hincetên nijadî û herêmî tên kirin. Bal hat kişandin ku ji ber arteşa Sûdanê daxwazên Komîteya Navneteweyî Xaça Sor ên ji bo serdana girtiyan red kiriye, malbatên ku piraniya wan dayik in ji serdanê mehrûm dimînin û ev yek dibe sedem ku êşên girtiyan mezintir bibin.

Artêşa Sûdanê li herêmên ji Hêzên Piştgiriya Lezgîn girtine bi sedan Sûdaniyan bi sûcdariya “alîkariya rêxistinên terorê re” digre. Li gorî saziyên mafen mirovan ên serbixwe, di mehên derbasbûyî de li gorî zagonên ceza yên ji sala 1991'ê mane, cezayên mirinê tên dayîn.

Gelek sûc ji ber kêmbûna delîlan di temyîzê de betal dibin

Hêzên çekdar ên Sûdanê, li dijî sivîlên bê çek, cînayet jî di nav de bi gelek binpêkirinan tê sûcdarkirin û gelek ji wan sûcan ji ber kêmbûna delîlan di temyîzê de betal dibin. Her wiha ev rapor û biryar, bi taybetî li Derya Sor, Çemê Nîl û eyaletên bakur zêde dibin.

Li gorî pisporên hiqûqê, daraza li sûdanê girêdayî dîrektîfên hikumetê ye, ev yek jî biryarên ku tên dayîn ji aliyê zagonî ve bê bandor dike. Pisporek mafên mirovan, piştrast kir ku rayedar têkildarî pevçûnên li welat didomin, darazê weke amûreke siyasî bi kar tînin.

Di meha Tebaxa derbasbûyî de fermandarê artêşa Sûdanê, biryar da ku ji bo sûcên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve tên kirin lêkolîn bike komîteyek were avakirin lê komîteya ku ji nûnerên saziyên ewlekariyê û hikumetê pêk tê heta niha der barê xebatên xwe de tu rapor neweşandiye. Saziyên mafên mirovan ên serbixwe, bang li hikumeta Sûdanê kirin ku pêşî li binpêkirinan bigre, hesab ji berpirsyaran bixwaze û li herêmên pevçûnan, ji bo parastina jinan temînatan bide.