Saziyên Elewiyan li ber Konseya Ewropayê çalakî lidarxistin
Rêxistinên Elewiyan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan, bertek nîşanî qetlîamên li dijî bawerî û etnîkên cuda yên li Sûriyeyê bi taybet Elewiyan dan û gotin, "Bêdengiya li hemberî vê rewşê tê wateya hevparê sûc."
Navenda Nûçeyan- Nûnerên saziyan li ber Konseya Ewropayê li dijî êrişên li ser Elewiyan ên veguherî qirkirinê daxuyanî dan û bang li saziyên navneteweyî kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.
Konfederasyona Komeleyên Elewiyên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyên Ereb ên Ewropayê (AAAF), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî di nav de gelek sazî û rêxistinên Elewiyan beşdarî çalakiyê bûn.
Daxuyaniya ku Yekitiya Hêzê ya Demokratîk piştgirî dayê bang li Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ji bo rawestandina êriş, şer û komkujiyan li Sûriyeyê bi lezgînî têkevin nava liv û tevgerê.
Di çalakiyê de pankarta "Li Sûriyeyê gel û bawerî di bin gefê de ne" bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngîlîzî, Fransî û Elmanî hatin vekirin û dovîzên ku balê dikişîne ser komkujî û daxwazên Elewiyan hatin hilgirtin.
Daxuyaniya hevpar a saziyan Mark Aslan bi Fransî, Serokê Yekîneyên Federasyona Yekîtiya Elewiyên Fransayê Mehmet Gunduz bi Tirkî, Melisla Kalkandelen bi Fransî, Suleyman Okûr bi Erebî, Demîr Çelîk bi Kurdî û Gulay Kurtyîgît bi Elmanî xwendin. Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar a Tirkî Rozbî Demîr xwend.
Mehmet Gunduz di daxuyaniyê de axivî û got, “Rojhilata Navîn veguheriye şerê ji nû ve dîzaynkirin û berjewendiyan. Hêzên Ewropî û emperyalîst ên ku hilweşîna dîktatorekî li Sûriyeyê bi demokrasiya xwe bi nav dikin, ketine xizmeta avakirina dîktatoriyeke nû. Dixwazin çavkaniyên binerd û sererd ên li wan welatan bixin bin kontrola xwe û li Rojhilata Navîn Kurd, Elewî, Êzidî û Suryaniyan bi hev bidin şerkirin. Em li cem gelên bindest in.”
Di daxuyaniya hevpar de bal kişandin ser êrîşên li dijî Elewiyan û wiha hat gotin: "Elewî bi awayekî şaşî bi rejîma Esad tên naskirin, bûne hedefa sûcên nefretê."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev hovîtî û wehşeta ne tenê di warê leşkerî de, di qada sivîl de jî sûcê mirovahiyê ye û bêdengiya li hemberî vê rewşê tê wateya hevpariya vî sûc.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hebûn û ewlehiya gelê Sûriyeyê li gel elewiyan di bin xetereya hebûn û ewlehiyê de ye û daxwazên saziyên elewiyan wiha hatin rêzkirin:
1-Mafê jiyanê û azadiya îbadetê:
Divê mafê jiyanê û azadiya îbadetê ya hemû komên olî û baweriyan bê misogerkirin; Divê hemû pêkhate û bawerî bi çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk, azadîxwaz û laîk bên parastin.
2- Şermezarkirin û cezakirin:
Divê gotinên nefretê yên li ser mezheban ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve bi zelalî bên şermezarkirin û li ser komên ku vê propagandayê dikin mueyîdeyan bên sepandin.
3- Parastina cihên pîroz:
Divê cihên pîroz bên parastin, vegera bi ewle ya kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin bê misogerkirin û berpirsyarên binpêkirina mafên mirovan li dadgehên serbixwe bên darizandin.
4- Çavdêrî û garantiya Neteweyên Yekbûyî:
Divê Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê garantî bidin aramiya Sûriyeyê, hikûmeta bişopîninû ji bo hilbijartinên adil û demokratîk şert û mercên pêwîst biafirînin.
5- Têkiliyên bi komên radîkal re bên qutkirin:
Divê Yekîtiya Ewropayê sûcên li dijî mirovahiyê yên HTŞ û komên radîkal ên mîna wan şermezar bike û hemû têkiliyên bi van koman re qut bike.
6-Xurtkirina mafên kêmneteweyan:
Divê hemû kêmnetewe, bi taybetî Elewî û Kurd, bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bikin, bi zimanên xwe yên zikmakî perwerde bibin û xwedî mafê xwe bin ku bi rêveberiyên xweser xwe bi rê ve bibin.
Em bang li Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku li herêmên şer û komkujî yên li Sûriyeyê bi cih bibin û ji bo rawestandina van êrîşan bi erka xwe rabin.”