Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn

Li Binarê Qendîlê Viyan Soran di salvegera 20’emîn de bi merasîmek hat bibîranîn.

Binarê Qendîl- Li Binarê Qendîlê bi amadebûna welatiyên herêmê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, Meclîsa Jinan û hevşaredarên Binarê Qendîlê, Viyan Soran (Leyla Walî Husên) di salvegera 20’an a şehadeta xwe de bi merasimek hat bibîranîn.

Merasimê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û dûre çalakvan Sarya Çiya axivî, bal kişand ser têkoşîn û xebata şehîd Viyan Soran û got: “Şehîd Viyan peyamek vekirî da dijminan û planên li ser Rêber Apo vala derxistin.”

Di berdewama bîranînê de sînevîzyonek li ser xebat û têkoşîna şehîd Viyan Soran hat nîşandan.

Merasîm bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.