Viyan Adar: Feraseta HTŞ’ê ya cîhadîst feraseta tecawizê ye

Fermandara YPJ’ê Viyan Adar got “Kiryarên ku li Sûriyeyê tên meşandin nîşan didin ku feraset ne feraseta jiyanê ye, ya kuştinê ye. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî ew dibêjin jin divê nejî bimre” û anî ziman ku dê têkoşîna wan li hemberî vê ferasetê dê bidome.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li gelek parêzgehên Sûriyeyê ku di bin kontrola rêveberiya demkî ya Şamê de ye, destdirêjî li ser nasnameya jinan tê kirin. Pêkanînên herî dawî yên li peravên Sûriyeyê û bajarê Suweydayê li dijî jin û civakê tên kirin, rûyê rast ê rêveberiya demkî nîşan didin. Têkildarî mijarê yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Viyan Adar ji ajansa me re axivî.

Viyan Adar da zanîn ku feraseta vê rêveberiyê dixwaze xwe li ser Sûriyeyê ferz bike, xeter û qirkirinê armanc dike û wiha berdewam kir: “Rewşa niha û geşedanên ku li Sûriyeyê rûdidin, trajedî ne. Bi taybetî kiryarên ku di şexsê jinan de civakê hedef dikin. Revandin, qetilkirin û tecawiz, rê li ber hemû kiryarên derexlaqî vedike. Li gelek parezgehên Sûriyeyê kiryarên tecawizê berdewam dikin. Dibe ku li peravên Sûriye û Suweydayê li ber çav be, xuya be lê li Şam, Heleb, Îdlibê ne li ber çavan e û her dem dixwazin kiryarên xwe veşêrin.”

Feraseta kujer

Viyan Adar destnîşan kir ku kuştina jinan kuştina jiyanê ye û wiha got: “Feraseta rejîma Baasê feraseta tenê yek reng, yek ziman, yek al û yek netew e. Feraseta ku niha rêveberiya Şamê desthilatdariya xwe li ser dimeşîne ev e. Ev tê wateya ku heman feraset e. Kiryarên ku tên kirin em weke YPJ bi tundî şermezar dikin. Jinên Sûriyeyê tevahî niha di rewşa ku niha li Suweyda û li peravan tên jiyîn de ne. Kurd, Aşûr, Suryan, Ermen, Êzidî, Durzî, Elewî û Ereb, hemû di xeterê de ne. Kiryarên ku li Sûriyeyê tên meşandin nîşan didin ku feraset ne feraseta jiyanê ye, feraseta kuştinê ye. Em dibêjin Jin Jiyan Azadî ew dibêjin jin divê nejî bimre. Ji bo vê jî tu carî bi felsefe û têkoşîna me re nabe yek. Em bi her awayî van kiryaran red dikin û qebûl nakin. Feraseta ku jinan tune dike xwe jî tune dike, ji ber ku kuştina jinên kuştina jiyanê ye.”

‘Bi azadiya kapîtalîzmê nexapin’

Viyan Adar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pêwistiya jinan li her derê bi hişyariyê heye û got: “Em ê têkoşîna xwe bi hemû saziyên xwe yên Rêveberiya Xweser re xurt bikin û weke YPJ em ê bi hemû jinên Sûriyeyê re bin. Ev feraseta ku dixwaze me li her derê tune bike tenê li Sûriyeyê nîn e li welatên din jî heman kiryar li ser jinan tên meşandin. Lê zêdetir bi rengekî veşartî û bi azadiya kapîtalîzma xapiyayî tên meşandin. Ji bo wê banga me ji hemû jinên cîhanê re ew e ku li hemberî azadiya kapîtalîzm ku bi dayîna mafan dixapîne hişyar bin. Banga me ji bo jinên Suweyda û Filîstînê bi taybetî heye. Ji ber ku di vê demê de kiryarên herî hovane li ser wan tên meşandin. Ger ku ew yekîtiya xwe çênekin, hêza xwe ya cewherî bi pêşengiya jinan ava nekin û weke jinên Sûriyeyê em hevgirtina xwe ava nekin em ê nikaribin feraseta kuştin û tecawizê bidin guhertin.”

‘Bila her kes li bîranîna dayîka Fewziye Fezir Dîn xwedî derkeve’

Viyan Adar bal kişand ser hêz û sekna azad a dayîka fewziye, banga xwedîderketinê kir û wiha got: “Çeka me ya herî mezin a parastinê yekbûyîn û rêxistinbûyîn e. Bi vî awayî em ê bikaribin hebûna jinên Sûriyeyê biparêzin û mîsoger bikin. Dem ne pir dereng e lê em bimînin wê dereng be ji bo wê jî gere jin di her qada Sûriyeyê de dest bi rêxistinbûyîn û parastina xwe bikin. Gere hemû jinên li Sûriyeyê, şehîd Fewziyê Fezir Dîn ji bo xwe mînak bigrin, bibînin çawa bi temenê xwe mezin li hemberî çeteyan şer kir û şehîd bû. Gere jinên Suweydayê bi rêxistinbûyîn, perwerdekirin û xweparastinê xwedî li wê dayîka bi hêz û xwedî sekna azadiyê derkevin.”

‘Em azadiyê ji kesê nexwazin em ê bi têkoşîna xwe bi dest bixin’

Viyan Adar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku saziyên bi feraseta desthilatdar hatine avakirin mafên mirovan mîsoger nakin û wiha axivî: “Em azadiyê ji kesî nexwazin. Kesê ku feraseta desthilatdar ava kiriye zilamperestî, zayendperestî û nîjadperestiya ku di dîrokê de ji dema Sumeran ve hatiye avakirin û heya îro bi dijwarî berdewam dike, em nikarin ji wan azadiyê bixwazin. Em her dem ji rêxistinên mafên mirovan daxwaz dikin. Ji ber ku xwedî zagonên cîhanî ne, em wan red nakin lê em li hêviya wan jî namînin. Ji ber ku yên van rêxistin û saziyan jî ava kirine ew feraset e. Ji bo wê gere em ji xwe bawer bin û bi hêza xwe ya cewherî parastina xwe bikin, riya çareserî û parastinê mîsoger bikin.”