Li ser Suweydayê rêgirî: Nexweş nikarin dermanên xwe bigirin

Ji ber rêgiriya komên cîhadîst ên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li ser bajarê Suweyda ya Sûriyeyê berdewam e, nexweşên penceşêrê nikarin dermanên xwe peyda bikin û ev dibe sedema mirina wan.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Komên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li ser bajarê Suweydayê ji 13'ê Tîrmehê ve dorpêç û rêgiriya xwe ferz kirine. Cîhadîstan komkujiyên hovane li dijî sivîlên di nav de jin û zarok hene, pêk anîn. Her wiha ji ber rêgiriyê veguhestina bijîşkî ya ji bo nexweşxaneya El-Bîrûnî ya li Şamê jî hatiye rawestandin. Ev nexweşxane ji bo zêdetirî hezar û 500 nexweşên penceşêrê yên ji Suweydayê derman digirtin, xeta jiyanê bû. 

Nexweş nikarin li hêviya taloqkirina dermankirinê bisekinin. Jin, zarok û ciwanên di nav pençeyên vê nexweşînê de ne, bê derman û tedawî dimînin. Her wiha ji ber ku rê girtî ne jî êşên wan girantir dibin.

Bangên dubarekirî ji bo dûrketina ji karesetê 

Onkolog Atab Ghanem destnîşan kir ku ji bo çareserkirina karesata tenduristiyê gelek caran bang hatine kirin û wiha got: “Em niha li Suweydayê li beşa Hematolojiyê, nexweşên penceşêra xwînê derman dikin û kemoterapî didin. Suweyda piştî Tartûsê duyemîn bajarê Sûriyeyê ye ku rêjeya nexweşiya penceşêrê lê zêde ye. Zehmetiyên ku em pê re rûbirû dimînin, nexweşên penceşêrê ji ber ku rêya di navbera Şam û Suweydayê de ji aliyê cîhadîstan ve hatiye girtin, nikarin tedawiyên xwe bibin. Ji ber dorpêçê ji kêmbûna dermanan astengiyan dikşînin. Niha ev astengî ji ber zêdebûna hjmarên nexweşan û nebûna pêdîviyan dijwartir dibe. Dermanên heyî dê xilas bibin. Bi hevkariya Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê re em hewl didin pêwîstiyên nexweşan peyda bikin."

Nexweşên penceşêrê bi kêşeyan re rûbirû dimînin

Atab Ghanem tekez kir ku di demek pir kurt de, nexweşên penceşêrê dê ji ber dorpêçkirin û girtina rêyan ji dermanên xwe bêpar bimînin û wiha pê de çû: "Piraniya dermanan hatine qutkirin. Penceşêra memikan li Suweydayê pir belav e. Ew yek ji cureyên penceşêrê ye ku dikare di qonaxên destpêkê de bi karanîna dermanên guncav were dermankirin û nexweş dê bi tevahî baş bibe. Li vir, em nexweşên penceşêrê wek bêhêvî nabînin. Em baweriya xwe bi îhtîmala başbûnê, bi dermankirina guncav tînin. Ji bo penceşêrên xwînê em dikarin bedêlan bi dest bixin ku dihêle nexweş jiyanek normal bijî. Lê ev yek bi hebûna dermanan ve girêdayî ye ku mixabin niha nayên peydakirin. Em hêvî dikin ku rayedar guh bidin dengê me. Em bang li her kesê ku wateya mirovahiyê dizane dikin ku alîkariya nexweşên penceşêrê bikin."

Ji ber nebûna dermanan nexweş dimirin

Nuha Henîdî ya ku bi nexweşiya penceşêrê re rûbirû maye, diyar kir ku li Nexweşxaneya El-Bîrûnî dihat dermankirin, lê ji ber rewş û dorpêça li ser Suweydayê, niha nikarin herin dermankirinê. Nuha da zanîn ku niha derman li bajêr tuneye û wiha got: “Em ji êşê zehmetiyan dikşînin. Nexweş ji ber nebûna dermanan dimirin. Zarokên bi penceşêrê ketine û dimirin, çi sûcê wan heye? Bijîşkê ku berpirsiyarê nexweşên penceşêrê yên li Suweydayê ye, ji Şamê re derbarê kêmbûna dermanan de serlêdan kir, lê dîsa jî bersîvek nehat dayîn. Tevî dorpêç û nebûna derfetan, Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê hewl dide ku destekê li gor derfetan bide nexweşan û dermanên wan peyda bike."

‘Rêgiriya heyî, berdewama komkujiyan e’

Endama Rêveberiya Komeleya Dostên Nexweşên Penceşêrê Semar Ebû Munzer jî tekez kir ku  komele ji bo peydakirina xizmetan a ji nexweşên penceşêrê re dixebite û pirsgirêkên ku dijîn, wiha vegot: "Di nav de em hewl didin dermanan jî peyda bikin. Lê em bi krîzek rastîn re rûbirû ne. Nexweş êdî nikarin bighîjin Nexweşxaneya El-Bîrûnî û kêmbûnek mezin a dermanan heye. Nexweşên penceşêrê ji ber dorpêçê gelek bandor dibin û tendrustiya wan têk diçe. Rêgiriya heyî, berdewama komkujiyan e. Ew bi awayek hêdî, nexweşên penceşêrê bi riya rawestandina dermanan, qutkirina alîkariyan û nebûna piştevaniyê dikujin. Komele li hezar û 500 kesên ku li nexweşxaneya El-Bîrûnî dihatin dermankirin ji bilî nexweşên kevin, dişopîne. Çi ji me tê xwestin em dikin, lê rewş dijwartir dibe û nexweşên penceşêrê nikarin li benda demê bimînin."